Haber / Yorum / Bildiri

Ji nû ve avadankirina civata Tirkiyê û naveroka dewleta demokratik

  1. Komara demokratîk an jî dewleta demokratîk pêwîste bersiva daxwazên hemû kesên ku di nav sinorên tirkiyê de dijîn, bêcgele berçavgirtina hejmara wan ya  kêm an zêde, wek, hemû netewe, kêm netewe, civakên netewî, pêwîste îrada hemû gelan temsil bike û bîne ziman. Ev gelene, gelê Tirk, Kurd, Laz, Rum, Ermenî, Yahudî, Asurî-Sûryanî, Arap, Roman, Çerkes, Gûrcû û gelên din yên Kafkasya, Makedonya, Boşnak, Arnavut, Bulgar, Romen û gelên din yên Balkanan in. Di dewleta demokratîk de bêcgele ku çav li cihnişîniya wan ya liserhev an jî belavbûna wan bête kirin pêwîste evene hemû di desthilatdariya merkezî de bêne temsîl kirin.
  2. Civata nû li ser bingehên demokratîk û merkezî dê ji dewletên serbixwe (ozerk) û herêmên otonom pêk bêt. Desthilatdariya merkezî dê bibe desthilatdariyek ku hemû gelên Tirkiyê tê de bêne temsîl kirin.
  3. Di destê hukumeta merkezî de tenê rêveberiya giştî ya dewleta demokratîk dê hebe.

Bi gor wê:

  • Li gel ticareta li gel derveyî welat, peywendiyên derve, derya, hewa, rêyên hesin, ewlekiariya netewî, ragehandin, pirsgirêkên babesteyî bi darayî û gomrikan ve heyî, bi aliyê desthilatdariya merkezî ve têne rêvebirin.
  • Watinî û prensîbên saziyên rêveberî yên Desthilatdariya merkezî û dewletên serbixwe, şêwe û sîstema xebatên wan di zagona bingehin ya desthilatdariya merkezî û dewletên serbixwe de têne diyarkirin. Desthilatdariya merkezi biryardare. Komarên serbixwe ji bo mafên xwe yên teybet ji bo pêşdabirina van prensîban hevparin.

Desthilatdariya merkezî, biryarin komarên serbixwe ku li gel zagona bingehin ya wê dewletê nakûk be, li gel prensîbên ji bo ewlekirina yekitiya welat, li gel pêşdaçûna siyaset û aboriya welat neguncin, dikare paşde bixe an jî pesend neke.

  • Desthilatdariya serbixwe an komer (dewlet) di çarçova dewleta demokratîk ku sinorên wê diyar û li ser zemîneke diyarkirî pirsgirêkên xwe çareser dikin. Eger em netewa kurd wek nimûne bigirîn, netewa kurd pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dike. Ev rewşe serweriya gelê kurd dabîn dike. Desthilatdariya serbixwe, xwe rêxistinkirina dewleta demokratîk ya di nav xwe de ye.

Bi gor vê:

  1. Meclisa wek organa herî bilind ya Komara Kurdistana Serbixwe li Kurdistana Tirkiyê endamên meclisê ji, bajar, bajarok û gundan wek berpirsên gel têne hilbijartin. Ew şêwa ku heta niha Komara Tirkiyê bi kar anî, ango bi şandina kesên aliyê dewleta merkezî ve rêveberiyên herêmî û navçeyî dê bêne rakirin.
  2. Hemû gelên ku di Kurdistana Serbixwe de dijîn bi gor rêjeya hejmara wan, dê di dezgehên rêveberiyêde komar an jî herêma otonom de cih bigirin. Ev prensîbe ji bo komar û herêmên otonom yên din jî derbaz dibe.
  3. Bi gor rêjeya hejmarê, ku di hilbijartinan de berpirsiyarên wan hatine diyarkirin,  hemû gel dê dezgehê rêveberî û yasa çêkirina dewleta merkezîde de bêne temsîl kirin.
  4. Komara serbixwe, bi qewlê ku paş pejirandina dewleta merkezî, dikare dabeşkirin û diyarkirina sinorên xwe bi xwe pêkbîne.
  5. Komara serbixwe, yasa, biryar û talîmatên dewleta merkezî dabîn dike, her we komar pirsgirêkên perwedeyi, pizişkî, kişawerzî, sanayi, ticareta herêmî, trafîk, darayî û berhevkirina zikatê çareser dike, butça xwe amade dike, aramî, ewlekarî û rawêjkariya civatê dabîn dike, parastin û pesendkirina hemû mafên wan gelên ku di komarê de dijîn berpirsiyar û erkdare, evane bi hemahengî li gel dewleta merkezï têne rêvebirin.
  6. Di dezgehên komara serbixwe û di dezgehên perwerdê de, zimanê gelê kurd yê netewî, kurdî, dê bête axaftin. Ji bo bi hêzkirin û pêşveçûna hemû zimanan, hemû mecal dê bêne bikar anîn, xwendin, nivîsandin û weşan bi zimanê hemû netewe û kêm netewan nikare bête qedexekirin.
  7. (5) Komunist, mafê çarenivîsa gelen ku bi xwe li ser çarenivîsa xwe biryar didin, bi gor naveroka dîtin û tecrubên teybetî yên Lenin, dinirxîne. Li Kurdistana Tirkiyê daxwazên gelê kurd yên ji bo erdnigarî, netewî û serbixwebûnê nas dike, serbixwebûna erdnigarî û netewî ji bo mafên kurd, tirk û hemû netewên din wek çareseriyek adilane tê dîtin. Bi dabînbûna serbixweyîyê di Kurdistana Tirkiyêde, gelê kurd dê li ser axa xwe, çanda xwe ya demokratîk, yeksanîya netewe û zimanê xwe dê bi azadane pêşve bibe. Ji bo nêzîkbûna gelên Tirk, Kurd û hemû gel û kêmnetewên din helwestên bê alî dê bêne afirandin. Serbixwebûna erdnigarî û neteweyî, xwe rêxistinkirina dewleta demokratîk ya di nav xwe de ye.
  8. (6) Mafê çarenivîsa gelen ku ji aliyê wan ve bête diyarkirin, bi gor teoriya burjuva ku behsê ”serbixwebûna neteweyî û çandî” dikin gelek ciyawaze û tê wê wateyê ku, netewên di alîyê aborî bêhêz bin dikevinê bin bandora wan. Divê dijî ewên ku dixwazin mafê çarenivîsa gelan, dadibezînine asta mafên regestî û çandî an jî nasnameya regestî, her tim tekoşîn bête dayin. Serbixwebûna neteweyî û erdnigarî bingehê xebata ji bo, komara demokratîk, civata demokratîk, dewleta demokratîke û beşek ji tekoşîna ji bo sosyalîzmê ye.

Bir yanıt yazın