Haber / Yorum / Bildiri

Erdoganê ji şîrazê derketî daxwaza şer dike

Yücel ÖZTÜRK

EGER li welat şert û mercên guncaw heban, bi gor rûdavên çend rojên dawiyê dê ji bo Erdogan hatiba gotin ji şîrazê derketiye (eqlê xwe havêtiye). Bi gor hevpeyvîna li gel televîzyona Emrîkî CBS û bi gor gotinên wî ku dibêje li Ingiltere, li Fransa, li Almanya, li DYA mirov ji xîzaniyê ji birçan liber derê marketan di dorê de nin, bi kerema xwedê li ba me tiştek we nîne, her we cehêlên ku li parkan radizên ji ber ku cihê lê mayîna wan nîne, xwendevanên ku rektorê zaningeha Bogaziçî ku hatiye destnîşankirin protesto dikin, hewara karsaz û gundiyên ji ber gelek astengiyan ku nikarên deyn wergirin wek terorîst têne tawanbarkirin, evana jî bihêlê aliyekê, eva ne gotinên serokomarekêne, mirovekî sade jî van gotinan naket. Di raberbûna li gel serokê CHP de jêre dibêje mêrik Kemal mijarek dine. Ev gotin û gelek tiştên din nîşan didin ku şîraza Erdogan ji cih çûye. Hindek dibêjin ku ji xwe nexweşe, tiştên bi devê xwe dibêje guhên wî nabihin, divê bikêmasiya wî neyê mêzekirin. Lê ne we ye. Ev derew û bêbextiyene tenê beşên pîlana siyaseta ji bo berdewam kirina vê desthilatdariyê ye.

Direw, reşkirn, manîpulekirina raya giştî, rêbazeke ku hemû rejîmên faşîst bikar tînin. Hitler ji bo vê armancê wezaretek jî damezrandibû. Navê wê “Wezareta Rûşenkirina gel û Propaxande” bû navê kurt “wezareta Propaxande” bû Bi navê rûşenkirina gel, gel manûpûle dikirin. Serokatiya vê wezaretê Ji milê Hitler yê rastê Göbbels dikir. Erkê wî ew bû ku bi rêya manîpûlasyonê rêveberiya Hitler bilind nirxîne, dabînkirina kontrola çapemenî, weşanan, media, çand û huner, komkirin û mobîlîze kirina gel doraliyê ramana sosyalîzma netewî û ji bo şer amadekirina gel, belevkirina nûçeyên serkevtinan ji qadên şer bû. Karên terorîstî yên SA û SS tirs û xofa wan pêk dianî wek karek ku ji bo paqijkirina nijada Alman nîşan didan.

Erdogan jî tiştên mina wan dike. Ew ji bo garantiya şexsê xwe û rêveberiya xwe, bihêzkirina helwest û rewşa xwe du rêyan dibîne, yek bi rêya teror û cinayetên siyasî ku, rê li ber imparatoriya tirs û xofê vedike, ya duwem jî şerê nav xwe û derve ku teybeten âjotina şerê dijî Kurdan. Ji bo wê jî media hewzê ya wî propaganda direw, delese, bêbextî, ji bo manûpûlasyona gel seferber kirîye.

Vê propagandê heta niha sergirtiyê û “baş” jî sergirtiye. Gel li ser dijminahiya Kurd-PKK-HDP îslama wehabî û laîkîzmê hatiye polarîze kirin, bingehê qadên dijminahîyê hatine danîn. Lê van demên dawiyê di nav ımparatoriya Erdogan ya tirs û xofê de dengên ciyawaz bilind dibin, media hewzê nerazîbûnan diyar dikin. Evana ne tiştên gelek mezinin lê diyardeya hindê ne ku guhartin di rê de nin. Çi ji bo vê bomelerzê rê xweş kir?

Di lêkolînên di raya giştî de cara yekeme ku, hindek fîrmanyên nêzîkî Erdogan wek ORC û yên din jî di nav de, encamên lêkolînên xwe aşkera diken ku, bingehê hilbijerên Erdogan bi lez dihele dengên hevpeymana Milet û HDP ji dengên hevpeymana Cumhur dibûre. Encamên van lêkolînan bu sedema hindê ku Erdogan kûr kûr bihizire. We diyare rêveberî ji dest diçe. Berî niha jî rewşên wiha hatibûne rojevê. Lê her carê jî rêyek ji vê re hatibû dîtin. Rêyên ku dihatine dîtin jî bi çi şêwe dibe bila bibe ji derva perê germ diherikine welat. Perên di qûtiyên pêlavanda ku ji Îranê hatî, hatine spî kirin, firotina karxana paletên tankan-Digitürk bo Qatarê, dolarên ji bo firotina Çay-Kur ê hatî, anîna yek milyar dolar ji derve bi aliyê Topbaş û Gökçek di şevekê de, parên têkbirina saziyên wek Bank Asya, dolarên bi rêyên nehînî ji mewadîn hişbir tên heta demekê piyasan aram dikin, ji gel re tê gotin ku eger kesek hebe ku peran peyda bike her Erdogan e.

Lê niha êdî perên reş nemayne ku bêne spî kirin, ne sazîyên dewlî hene ku bê firotin, ne kesên wek Topbaş û Gökçek hene ku lingên xwe li stûyê wan danin û ne Saziyên wek Bank-Asya mayne ku bêne şelandin. Berevajiya wê hemû kesên ku xwedî pere, bi seretayî der û dorên Erdogan jî di nav de her wekî “Keştiya ber bi nuqun bîne ve be, kî malê xwe xilas bike ew şêr e” perê xwe direvînine derveyî welat. Beşek ji wan 128 milyarên Banka Navendî ku naxwazin hisaba wê bidin ji bo van tiştan hatiye bikar anîn.

Lê vê carê rewş gelek girînge. Aboriya welat têk diçe. Dowîz nayê, rezervên Banka Navendî neyînî ne. Veberhênan nînin, kar tune an jî pir hindik e, enflasyonê serê xwe girtiyê û diçe. Çi bawerî bi TÜIK nemaye. Hejmarên TÜIK û hejmarên gel di bazarê dedibîne ji hev nagirin. Gel hewar dike ku birçiye û bêkare lê di Serayê de xerc û israfê serê xwe girtiyê û diçe, her ku, “di navûdeng de teseruf nayê kirin”. Ji bo şerên Kurdistanê û Sûriyê milyar wek dolar diherikin. Ev perene bi rêya bac, giranahî û zemên rojane ji berîka gel têne derxistin. Gel dibêje êdî bes e. Min heta niha dengê xwe da Erdogan ez ji niha pêve dengê xwe nademe Erdogan dibêjin. Erdogan bi rastî di tengasiyê de ye.

Bi gor demên berê Erdogan jî dibîne ku rewş xirabe. Dizane ku parastina rêveberiyê bi rêya hilbijartinan êdî ne asane. Diyare ew pirsên hemû kes dikin bi ihtimalek mezin Erdogan jî dipirse. Ma şerte hilbijartin bên kirin? Ji bo Erdogan ne şert e. Wê gavê divê bê hilbijartin di rêveberyê de bimîne. Ji bo vê jî du rê li pêşiya wî ne. Yek, cinayetên siyasî li welat, afirandina rewşeke terorî, têkderî û kaos, dabînkirina şerê navxwe ku bibêje di van mercan de hilbijartin nayêne kirin. Rêya duwem li derveyî welat ya herî asan li Rojava li Sûriyê derxistina şereke nû. Şereke navxweyî an jî şereke derveyî sinoran. Erdogan dê bi vana xilas bibe. Bi berevajî tenê rêveberî ji destê wî naçe, di dawiyê de di zîndanan, di dadgehande hisab dê ji wî bête xwestin. Ji bo wê jî çi dibe bila bibe divê rêveberî ji dest neyê dayîn, eger pêwîst be xwîn jî bête rijandin.

Di kevneşopiya Îslama wehabî de bi dest de girtin û parastina desthilatê de xwîn rêtin heye. Ji bo vê ne hewceye tenê berê xwe bideyne ÎŞÎD, Talîban, Erbistana Suudî û Yemen. Berê xwe bideyne kevneşopiya Milligörüş ku Erdogan jê tê bese. Rêberê vê tevgerê Erbakan 13 Avrîl 1994 an di gruba meclisê ya partiya xwe de (ku hingê navê partiyê, Partiya Refeh bû) wiha digot:

“Niha xala duwemin ku gelek girînge, Partiya Refah dê bibe desthilat, sistemeke adil dê bête dabîn kirin. Pirsgirêk çiye? Qonaxa serdemî dê tund be an dê nerm be, dê bixwîn be an dê bêxwîn be, ez naxwazim van gotinan bikin lê, dijî terora vana, divê hemû kes rastiyan bi şêwek vekirî bibîne, ji ber wê ez xwe mecbûr dibînim ku van gotinan bibêjim. Divê Tirkiye vê gavê biryara tiştekê bide, Partiya Refah dê sîstemek adil bîne, eva merceke bingehîne. Qonaxa serdemî dê nerm be an dê hişk be, dê şirîn be an dê bi xwînavî be, şêst milyon dê biryara vê bidin.”

 Refaha hingê wek AKP niha bizanin. Serokê wê ne Erbakan lê Erdogan hisab bikin. Tevgerek ku hê desthilat wernegirtî, eger van tiştan bêje, ji bo ku desthelsatdariyê ji dest neden dê cureta tişten çawa bikin. Ev kare êdî ji ramanê derketiye û ketiye merhela destkariyê. Mêze, nûçên di çapemeniyê de derdikevin, gotinên di pişt derên girtî têne kirin bikî, ji bo ku desthilatdariyê ji dest nedin û ji bo xwîn rijandinê diyare mesafeke dirêj bi dest xistine. Eger we neba serokê CHP dê behsa cînayetên siyasî anîba rojevê?

AKŞENER seredana jinên Ikizdere li Rizê kir û êrişek li ser wê hate kirin, paş wê êrişê guh bidenê Erdogan çi dibêje “eva hêja yekemîn e, hêja dê çi û çi rûbiden, ka carê rawestin, evane rojên baş in” ku ev metirsiye ne tenê bi gotinê ye lê ji bo encamdanê nîşangeyeke mezin e. Eva îşareta amadekariya şereke navxweyiye ku hilbijartin neyêne kirin.

Heman amadekarî ji bo şerek li derva jî tê kirin. Di van çend rojên dawiyê li Idlibê bûyer zêdebûn û kuştî jî zêdebûne, Erdogan îşare pê kir ku eger desthilatdarên herêmê ango eger Rusya û Emrîka pêşgiriyê li van bûyeran nekin em dê dîsan bikevîne wan deran, her we destpêka şereke nû radigehîne. Di rastiyê de Erdogan li vê derê bi agiri dilîze. Ji bo ku li ser ixtidarê bimîne şerekê derdixe lê Rusya û Emrîka dijî destêwerdanên Erdogan li vê herêmê derdikevin. Li Emrîka Biden namekê ji bo Kongrê dişîne û tê de dibêje erkê wan yê Rojava tê dirêjkirin û hebûna Tirkiyê li Suriyê djî berjewendiyên Emrîka ne. Demeke dirêje guh çapemeniyê ketiye ku di civîna pişt deriyên girtî de li Suçî yê Putîn ji Erdogan re gotiye ku ji Idlîbê derkeve. Li hember hebûna Rusya û Emrîka li Îdlîbê, li Rojava derxistina şerekê ji bo kû Erdoga temenê desthilatdariya xwe dirêj bike tê wateya ku i hezaran Tirk, Kurd û Ereb bêne kuştin. 

Erdogan bi pêçevana Erbakan, bê xwîn hate ser desthilatê. We diyare çûnna wî dê xînawî be, dê welatî bişewitîne. Piştî min tûfan dê bêje. Bi ihtimalek mezin şerê li Sûriyê dê dawiya wî jî bîne. Lê ji bo ku dawiya wî bêt em naxwazîn ew li gel Rusya û Emrîka şer bike. Erkê hêzên şoreşger û demokrat ewe ku di nav girseyên gel de xebatên xwe bi hêz bikin, bi hêz û şiyana girseyên gel pêşiyê li derxistina şerê navxwe de û derve de bigirin, bi rêya hilbijartinan û şêwazên demokratîk dawîyê bi desthilatdariya Erdogan bînin. Berxwedanên girseyên gel bandorê li ser siyastê bikin. Divê ev welate ji niha pêde yek xulek jî teslîmî Erdoganê ji şîrazê derketî neyê kirin.

Bir yanıt yazın