Bêdengiya mirinê li Rojhilat – Rojava; “Dengê Zarokan”
Armağan MUTLU
Tawanê wî Kurdbûyina wî bû!
Rêkevt 20 Mijdar 2004 e.
Ez xortekî 15 salî yê reben bûm ku bi roj diçûm dibistanê û piştî nîvro li kargeha sawêranê (kereste) wek şagirt dixebitim.
Serê sibê li dibistanê ez beşdarî konferansa li ser mafên zarokan ên cîhanê bûm.
Dema ku axaftvan di berdewamiya axaftina xwe de, der barê ku welatê me zarokan çawa diparêze, ji ber ku ez ji kargehê dereng mabûm, ji bo ku ez ji patronê xwe re bibêjim, bi awayekî derûnî min parastina xwe plan dikir.
Konferans qediya, piştî nefeseke kûr ez ber bi pîşesaziyê ve beziyam û piştî çend şelaqan min dest bi karê xwe kir…
Rekevt 21 Mijdar 2004 e.
Ez êvarê westiyayî têm malê û dema ku li malê em mandalîn dixwin, li nûçeyên êvarê temaşe dikin.
Nûçegihan dibêje terorîstên ku li parêzgehên başûrê rojhilat qedexeya derketina derve bi cih neanîne ji aliyê polîs û leşkerên qehreman ve hatine bêbandorkirin.
Roja paştir serê sibê dema ku ez li benda mînîbusê bûm ku ji dibistanê herim kargehê, min dît ku mirovên mezin bi palpişt û şimikan li ber derê avahiya partiyekê kom bûne, min fêm nekir û pirsî.
Mamekî 40-45 salî, bi pêşpêç, şimik, piştstûyê wî kelek spî, bi hêrs û xemgîniyek di çavên wî de çîrokê vedibêje.
Behsa zarokekî li Qosera Mêrdînê dike ku tevî bavê xwe hat qetilkirin. Temenê wî 12 salî bû û di laşê wî de 13 gule hebûn.
Dibêje polîsan ew kuştine.
Ez nikarim vê zilmê fam bikim.
“Wî çi kir?” Ez bi bêdengî dibêjim, ji ber ku ez dizanim ev ne karê aqilane ye.
Mamo dibêje çi dikaribû bikira?
Erê, ez pirsê ji xwe dikim
Zarokekî 12 salî dikaribû çi li polîsê mezin bikira?
Dikaribû çi bikira ku 13 gule di laşê wî de hatibane dîtin, ez fam nakim, tifê dadiqurtînim û ji xwe dipirsim ka wî çi kiriye?
Bersiva vê pirsê min tu carî nikaribû bi serê xwe bibînim.
Paşê min ew dît.
Dibe ku ev zaroke wek kurd hatibe dunyayê.
Dibe ku tawanê wî KURD bûyîna wî be.
Dema min dît ku kesê bi kurdî dipeyive, ji hev dikeve, min bersiva pirsê dît.
Li Îzmîrê kî vê yekê li gel zarokekî bike dê heta hetayî were zîndanî kirin.
Dema min dît polîsê ku li Mêrdînê ev kar kiriye nehat darizandin.
Dema min bihîst ku navê polîsê ku cînayet kiriye, piştî mirina wî pirek bi navê wî hatiye navdar kirin, ez piştrast bûm.
Dema ku ez piştrast bûm ez wêran bûm
Erê, ez niha fêm dikim.
Min fêm kir ku çima têkoşînek bê hempa heye.
Bûyera li ber çavê min bes bû ku ez têbigehim, ku pirtûkên fermî yên rastiya kurdan ya 120 salî vedibêjin, xelet in…
Zîlan çi bû, Dêrsim çi bû, ev jî ew bû!
Mirin, sirgûn û ixsîrî ji Kurdan ra rewa dihat dîtin.
Dema Roboskî bû ez şaş nebûm.
Dema rênedan ku cenazeyê dayika Taybet li kolanê bê hildan jî , ez matmayî nemam.
Dema cenazeyê Ceylan a biçûk di cemedê de hat hiştin jî ez matmayî nemam.
Dema min nûçeya 44 zarokên di nava 5 salên dawî de bi wesayîtên zirxî hatî perçiqandin dît jî, ez matmayî nemam.
Ji ber ku ez pê bawer bûm ku êdî faşîst karê xwe yê faşîstî dike.
Îcar xwedêgiravî tevgerên bi navê sosyalîst li welêt çi dikirin?
Dema Marksîzm û Lenînîzmê dixwînin û alkolê vedixwin welatekî ava dikin!
Wî sernivîsa pirtûka xwe ya li ser mafê çarenivîsa neteweyan, ji bilî KURDAN, di danî.
Wî kurd wek hevkarên Îngilîsan îlan dikirin û ji bo ku M. KEMAL wek komunîst nîşan bide têdikoşî.
Ew bi parêzvaniya postmodern a LGBTI re gelek mıjûl bû, ji bo heywanên bêxwedî rondik dirijandin û li barên li qata duyemîn alîkarî ji wan re organîze dikir.
Di her kongreyê de dihatin cem hev û ji kurdan re digot bi me re bin, em ê mafê perwerdeya bi zimanê we yê zikmakî bidin we û her wekî ew maf di destê wî de ye pesnê xwe dida.
Wî kurd wek ehlê şariat, paşverû dinirxand û bi çavek biçûk li wan dinêrî.
Wî dîroka kurdan tenê bi Sovyetê ve girê dida, yên mayîn jî guh nedidayê û wek paşverû bi nav dikir.
Dema ku;
Wî bi zanetî nedixwest vê rastiyê bibîne ku (MARX) jî bi gota, ger li welatekî neteweyek bindest hebe li wî welatî sosyalîzm nabe.
Gelek diyare ku ew sosyalîstên vê dewletê ne.
Tu cudahî di navbera sosyalîst, kurd û elewiyên vê dewletê û faşîst, dîndar û azadîxwazên vê dewletê de tune ye.
Ji bo serhildana dijî vê dewleta li ser zihniyeta burjûvaziya paşverû hatî damezrandin, alîkarî ji kû ve tê bila bêt, rewa ye.
Û bêyî rizgarkirina bindestên vî welatî çi sosyalîzm nayê.
Kurd ku dînamîka neteweyî ya çîna karkerên Anatolya û Rojhilata Navîn in, bêyî avakirina welatekî serbixwe yê sosyalîst ji wan re ne mimkûn e ku ew jî rizgar bibin.
Wê demê UĞUR KAYMAZ jî di navde hisaba wan zarokên ji aliyê faşizmê ve mirin ji wan re rewa hatiye dîtin dê bête pirsîn… Ez li ser navê UĞUR KAYMAZ hemû zarokên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim…