Haber / Yorum / Bildiri

8 Adar 2020 roja jinên cîhanê û kuştina jinan li welatê me.

8 Adar li jinên me û li jinên cîhanê pîroz be.

8 Adar di qada navnetewî de roja jinan ya tekoşîna dijî zêrandin, zordestî, ne yeksaniyê ye. Roja berxwedana li dijî ne wekheviya heqdestî li karxanan û li kargehan, li nav malbatê de zêrandina du alî û di civatê de zordarî û tacîza li ser jinê ye. Roja parastina mafê jinan e. Hem roja cejnê û hem jî roja cengê ye.

8 Adar yekem car wek roja jinên kedkar hatiye afirandin. 8 Adar 1908 de li New York ê 15 hezar jinan dijî karkirina di bin mercên giran, dijî kêm wergirtina heqdestên xwe, dest bi mangirtinê kirin û ev tekoşîne bi hin mafên din ve berfireh bû wek, mafê bijartin û hilbijartinê ji bo jinan û her we li ser mafên wekheviyê di civatê de berdewam kir. Sala 1910 ê di konferansa navnetewî ya jinên kedkarên cîhanê li Kopenhag, li ser pêşniyara Clara Zetkin ev roje wek roja jinên cîhanê hatiye pîroz kirin. Paş hinge Yekitiya Netewan ev roje wek roja jinên cîhanê ragehandiye.

Di vê navberê de demek wek 100 salan derbaz bû û jinan gelek maf bi dest ve anîn. Teybeten di wan welatên di dema sosyalîzma rasteqin de, di hemû waranên jiyanê de, ji bo yeksaniya jinê di civatê de pêngavên gelek mezin hatine avêtin, vê rewşe pêşxerî kir ku di welatên sermayedarî de jî jinan mafên xwe yên rewa , standin û wergirtin. Paş têkçûna sistema sosyalizma rasteqîn, li welatên sermayedaride, rewşa jinan di lehazê kar û lehazê jiyana rojane de ber bi xirabiyê ve diçe. Zordarî û zêrandin, şiddet û taciz li ser wan zêde bûye, pêşiya newekheviya civakî û aborî nayê te girtin. Di welatên herî pêşketî yên sermayedari de jî ku di bin desthilata mêran de ye, cihê jinê midbex û lê nêrîn/xwedîkirina zarokan e. Ev helweste ku ya di pêzanîna dêr û mizgeftê ye roj bi roj berfirehtir dibe. Civatên xwedîyê çînan, mêran di malbatê de û di civatê de dike serdest. Wekheviya jin û mêran di hemû warên jiyanê de dijî xwezaya civata sermayedar e. Tekoşîna azadbûna jinê babesteyî bi tekoşîna azadbûna çîna karger ve heye.

Li welatê me li Tirkiyê rewşa jinan gelek girantire. Teybeten paş desthilata îslamîst-faşîzana AKP gelek xirabtir bûye.Geşedana kapîtalîzmê ya xîç û xar li welatê me ku peyabûye û di her vê demê de li gel rê û resmên îslamê bi hişkê tê sepandin, ew jî tê wê wateyê ku, jin di malê de tê zîndanî kirin, jin ji jiyana civakî û aborî tê veqetandin û jin bi darê zore dibe kole mêrî. Ji bo jinên ku ser neçemîn jî ji bo “perwerda” wan şîdet tê pejirandin. Îslam wiha dibêje. Di civatê de jî Erdogan bi xwe vê helwestê digeşîne. Tekoşîna li dijî zordarî, zordestî û zêrandinê, tekoşîna ji bo azadbûnê û demokrasiyê, beşeke ji tekoşîna dijî desthilata Erdoganê paşverû û faşîst e. Bi hêviya ku em tekoşîna jinan ya dijî zordariyê bi tekoşîna dijî Erdogan ve biçespînîn û 8 Adara hemû jinên cihanê pîroz dikin.

Bir yanıt yazın