Temenê PKT 100 sal e! bi destpêkekî nû dijît û şer dike!
Daxuyanî:
10 îlon 2020 partiya me partiya Komunîsta Tirkiyê dibe sedsal.
Lİ cîhanê û li welatê me çîna kargeran û kedkaran, li dijî zêrandin û talankirina hemû mirovan, ji bo rizgarbûna ji jêrdestiya netewî û zulmê, ji bo aşitî, azadî, demokrasî û sosyalîzmê, ji bo dostaniya gelan û hevkariya enternasyonal, dîroka PKT li dijî kapîtalîzmê, emperyalîzmê, bûrjûvazîya monopolîst û paşverûtiyê dîroka tekoşîneke bê hempa û ya sed Sali ye!
Dîroka PKT dîrokekî li gel dîroka zayîn û pêşveçûna Tirkiyê de ye. Bi seretayî Mustafa Kemal, paşayên Osmaniyan, axayên babesteyî emperyalîzmê di bin serweriya bûrjûvazîde, ku, hewldan Tirkiyekê damezrînin, PKT û damezrînerên wê Mustafa Suphi û hevalên wî, hewl didan di bin serweriya çîna karger û gundiyan, girseyên berfireh yên kedkaran û rûşenbîran, ji bo damezrandina Tirkiyeke ne babesteyî emperyalizmê, li gel Sovyetê hevkar, mafên kurdan û hemû gelên din yên tirkiyê tê de dabîn kirî, li ser bingehê otonomî, bi hevre jîyan ku, bixwazin mafê wan yê cudabûnê jî hebe, ji bo dabînkirina jiyanek hevbeş û aştiyane, welateke demokratîk komareke federal têdikoşîyan, îro dîsan ji bo damezrandina komarek vî tehrî têdikoşin.
100 salîya PKT ji bo çîna karger ya Tirkiyê, Tirk Kurd û hemû gelên din, tevgera karger û komunîstên cîhanê pîroz be!
PARTİYA Komunîsta Tirkiyê PKT 100 sal berî niha 10 îlon 1920 di bi rêberiya Mustafa Suphi û Ethem Nejat li Bakûyê hate damezrandin. Vê partiyê wek yekîneyek ji şoreşa oktobirê ku serdemek nû dabû destpêkirin, wek agirek coş bi afirandina tekoşîna çîna karger û tekoşîna gelan ji bo mafên wan yên rewa, her we wek yekîneyek tevgera komunîstên cîhanê, wek beşek ji Komîntera li ser rêbaza Marksîs- Lenînîst afirî. Bi damezrandina PKT çîna karger li Tirkiyê, kedkar û gundî, gelên Tirkiyê ku, li dijî seltanetê, xelafetê, sermayedarî û emperyalîzmê, ji bo tekoşîna mafên netewî û civakî hemû hêz anîne ba hev, ji bo ecêbî û rêberî, ji bo pêşvebirina taktîk û stratejiyan, yên Tirkiyê bûne xwediyê rêxistineke hevdemî tekoşer û xweragir wek çekekî dijwar.
Gelên me di desthilata li bakûr afirî ango di Sovyeta nû de rêya tekoşînê û PKT jî wek rêxistina ku vê tekoşîne rêve bibe dît.
Efendiyên sermayedar li Enqerê jî bi guhartin û pêşveçûnên zû bi zû yên nû li cîhanê, ji bo ku xwe nêzîkî emperyalîzmê bikin, dijî PKT, komunîtan û Sovyetê cephe vekirin. Çileya duwem 1921 Mustafa Suphî û hevalên wî di Derya reş de hatine qetilkirin, şerek dijî hêzên antîemperyalist ajotin, car bi car komunîst girtin û bi tavanên giran hatine zîndanî kirin.
1922 yê partiya me qedexe kirin. Ev qedexeye heta îro berdewam e. Lê cinayet û qetlîamên sermayedarên Tirk, kuştin û işkencên wan, zordarî û zîndanên wan, qedexe û rewşên îlegal nekarîn vê tekoşînê rawestînin. Komunîstan karîn her dem xwe berhevbikene ser hev, di nav çîna karger de reh û rîşên xwe belav kirin, di tekoşîna ji bo mafên karger, gundî û kedkaran, ji bo daxwazên wan yên demokrasî û azadî, ji bo mafên wan yên aborî û civakî, ji bo tekoşîna ji bo sosyalîzmê, di sefên pêşîyê de tekoşîna xwe domandin, piştivaniya tekoşîna ji bo mafên Kurdan yên demokratîk û netewî kirin.
Qetilkirina Mustafa Suphî û hevalên wî ji bo çîna karger ya ciwan ya Tirkiyê û ji bo gelên Tirkiyê wundayîyek mezin bû. Ewan rêberên xwe yên herî egît,yên herî zana wek kadirên Marksî-Lenînî, yên herî bi tecrube wunda kirin. Eva zerbeke giran bû. Encamên qetilkirina Mustafa Suphi û hevalên wî heja li welatê me tê dîtin. Paş hinge revîzyonîstan wek Şefik Husnî ku dixwest Kemalîzmê li ser partya me bisepîne, Menşevîkên wek Nedim Tör, lîkîdatorên wek Kivilcimli, Mihrî Belli em dorpêç kirin. Ewan xwestin ku partiyê ji ser rêbaza Mustafa Suphî dûr bixin. Li dijî vana Salih Haciogullari, Nazim Hikmet, Reşat Fuat, Husamettin Özdogru, Yakup Demir, Aram Pehlivanyan û Ismail Bilen bi şêweke serî, rêbaza Mustafa Suphî paraztin û li ser bingehên rêbazên Marksî-Lenînî partî vejandin. Bi perkîna 1973 PKT ji nû va li gel girseyên çîna karger û kedkaran, li gel ciwanan, li gel jinan û rûşenbîran, li gel kurdên ku dijî zordariya liser mafên wan yên netewî û li gel gelên din peywendî girêdan. Ewan di tekoşîna dijî sermayedarî û emperyalîzmê de, ji bo tekoşîna çînî û demokrasiyê partiya xwe wek rêber kêşane rêzên pêşiyê.
Di salên 1980 de wekî Nabi Yagci û gruba partizan partî hilgirtine bin bandora xwe, bi piştivaniya rêveberiya Gorbaçov li Sovyetê, partiya me rû birûyê li hevkirinek nu bû ku heta îro ji berdewam e. Ev li hevkirine pêşiyê bi yekbûna li gel TIP, paşê li gel partiyên çep û grûban pêkhat. Vê pêvajoya yekitiyê bi şik bi rûxîna Yekitiya Sovyet û Sosyalîzma rasteqîn zûtir bi ser hev ve hat. Ev yekitiyene wek bingeh li ser rêbaza Marksî-Lenînî pêk nehatin lê ser bingehê derfetparêziya (oportunizm) rast û çep pêkhatin, di dawiyê de jî li gel Kemalîzma çep li hev girtin, dawiyê jî belav bû, partî kete nav şerê man û nemanê. Ne tenê PKT TIP û partiyên din jî li hev nekirin û belav bûn. Van yekitiyane bi hişmendiya ”yekitiya komunîstan û hêzên çep”, bi afirandina partiyek firavan girseyî wek xeletiyek gelek berbiçav derxiste holê. Li ser vê yekê, jî lihevker (lîkîdator) her niha jî gelek bi aşkerayî, êrişî partiyekê ku li ser rêbaza Lenîne dikin, ”bê partîbûnê”, bê wateyiya partiyek Marksî- Lenînî diparêzin, çîna karger û girseyên kedkar teslîmî bin bandora sermayedaran û hêzên karbidest dikin. Di bine sedemê têkçûna kadiran dinav wêrankariya qaşo li li hevkirinê de
Sala 1989 bi pêleke dij-şoreşî ku sosyalizma rasteqîn têkçû, li gelek welatên Ewropa çîna karger û kedkaran li hevkirinên nû afirandin. Partiyên komunist belav bûn an jî wek yekitiya partiyên çep derketine holê. Di van welatan de çîna karger û kedkar hebûna partiyên Marksî-Lenînî ji dest dan. Îro çîna karger û kedkar li wan welatan ku, bê serî mane û bê hêz bûne, di tekoşîna dijî sermaye de gelek destkevtiyên xwe ji dest didin. Sermayedarî di van welatan de bi saya serê wan tevgerên reformîs û troşkîst de serdema xwe ya ”zêrîn” dijît.
Îro ew rewşa ku welatê me di nav de dijît, pêşveçûnên li cihanê li ser me ewle dike ku em ji lihevkirinên vî cûre dûr bikevîn, bibîne xwediyê partiyeke ku bi teoriya Marksî hatibe hûnadin. Karger û kedkar nebûna partiyeke komunîst li ser rêbaza Marksî-Lenînî roj bi roj zêdetir his dikin. Vê kêmasiyê teybeten karger û gelê me yê kedkar li welatê me zêdetir his dikin. Di salên 1920 çawa Imparatoriya Osmanîyan têk çû, îro Komara Tirkiyê jî ber bi têkçûne ve diçe. Çawa ku li Imparatoriya Osmanî de, ewên di qesra Dolmabahçe de dijiyan tenê ketibûne derdê selteneta xwe, di xema welat û gel de nebûn, îro jî li Enqerê ”sultanek” li qesra Beştepe heye wek take mirov, ji bo dabînkirina selteneta xwe ya faşîzan xema tu tiştek din de nîne. Têkçûna Osmaniyan di Pêşîya şerê Cîhanê ya 1.û di dema wî şerî de, çawa ku, şerên li çolên Êraq, Sûriye û Libyayê, qetlîama Ermeniyan û gelên din bûne sedem, îro jî dîsan şerên li Êraqê, li Sûriyê û li Libyayê têne ajotin, komkujiyên li ser Kurdan têne encam dan, têkçûna Tirkiyê roj bi roj nêztir dike. Pirsgirêkên derdikevinê peşîya me jî di heman astê de nin: Tirkiyek çawa? Komarek çawa? Çîna kargeran û kedkar, jîyana azad ji bo Kurdan û gelên din li Tirkiyê, ji bo ku her kes xwe bi azadane ifade bike, ji bo komareke demoktratîk, dijî desthilatdariya faşîst ya AKP-MHP, dijî rejîma otoriter û yek mirovî ya Erdogan şereke bê hempa tê ajotin. Di vî şerî dekarger û kedkar,gelên Kurd û Tirk, gelên Tirkiyê ji duhu zêdetir pêwîstî bi PKT ê, siyaseta wê ya li ser rêbaza wê ya Marksî-Lenînî hene. Li PKT û komunîstên li ser rêbaza Mustafa Suphi digerin. Roj bi roj zelaltir diyar dibe, demokrasî, aşitî û azadî, serkevtina tekoşîna ji bo sosyalîzmê bêyî PKT sernakeve. Êdî parêzgerên ew ruha şoreşgerî ya Mustafa Suphî li Bakûyê afirandî, yên li ser rêya Nazim, Bilen diçin, PKT yiyên ku, di kuncê çepê yê dilê wan de agirê şoreşgeriyê hêja geşe, di sedsaliya partiyame PKT de divê rabine ser xwe, hisabê ji xwe bipirsin, xwe vejenandin, xwe berhevkirina ser hev, zînde kirin û bilindkirina partiyê li xwe bila têbigehin ku, eve erkek dîrokiye, li der û doran kesên navê partiyê bikartînin, yên dîrok û kevneşopiya wê gemarî dikin, ewên berdewam dixwazin pêvajoya lihevkirinê bajon, dem hatiye ku em ji wan re bêjîn rawestin, 100 salî bi perkînên nû ve bê pêşwazî kirin û pîroz kirin.
Niha hindek lihevker, troçkîst, revizyonîs û reformîst, oportunîst û kariyerîst, erndamên vemirî, bê şermên ku lider û doran digerin û ji xwe re dibêjin PKT yîyên kevin an jî komunîst, her îro jî ewên ji kevneşopiya partiyê di bêhnijin, ewên ku tu deman di dîroka partiyê de cîyek wan nebûye, ewên duvhajotiya Kemalîzmê dikin, SIP û PKT yîyên bi rêdana dewletê jî 100 saliyê ji bo xwe firset dizanin, ji bo pîrozkirina 100 saliya partiya me di nav amadekariyan de nin. Di seretayî de çi maf û legîmîtasyona wan nîne ku, pîrozbahiyeke wiha bikin. Armanca wan ewe ku, wek heta niha kiryarên wan ji bo lihevkirinên bê wate, têkderîya xwe li ser karê xwe berdewam bin, êriş bikene ser dîrok û kevneşopiya xebata û rêbaza Marksî-Lenînî ya partiyê, di nezera girseyan de partiyê bê rûmet bikin û girseyên gel, ji partiyê dûr bixin. Çîna karger û hezên demokratîk divê ji vîya re rê nedin. Divê ew bizanin ku, rojekê ev hisabe dê ji wan bête pirsîn. Di roja îroyîn de û di pêşenda PKT de çi cî ji vane ra nîne.
Ew PKT yî û komunîstên li ser rêbaza Mustafa Suphî, Nazim û Bilen di meşin di 100 saliyê de ji bo perkîneke nû divê hewl bidin. Divê gorepanê ji bo van duvajoyên sermayedaran re nehêlin. Perkînek nû, Marksizm-Leninîzm, enternasyonaliya proleterya, şoreşa Tirkiyê û li gel pêkhateyên hêzên wê yên dûr û nêzîk, armancên demokrasî û sosyalîzmê, mafê çarenûsa gelê Kurd û gelên din ku mafê cudabûnê jî di nav de li ser van erkan bilind bibe. Erkê serekî yê wan PKT yîyên van krîterane bi pejirînin, divê dawiyê bi, bê rêxistiniyê, tevliheiyê, bê disiplîniyê bînin, beşdarî nûavakirina partiyê bibin, bi seretayî di nav çîna karger û di hemû beşên civatê de partî bi girsên gel ve bête girêdan û bête bihêz kirin, endam û layengirên nû bêne peyda kirin, li welatê me tekoşîna ji bo demokrasî û sosyalîzmê, tekoşîna li ser bingehê çînî ji nû ve bête bilind kirin. Di van şeran de rejîma Erdogan bête hilweşandin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan, bi rêyên aştiyane û demokratîk wek pirsgirêka yekemîn bête hesibandin.
Di çarçov dîtina teorîk ya PKT ya Marksî-Lenînî û li ser bingehê van kevneşopiyan ewên dest didene hev, xwedî yek xwestek û yek hişmendiyê bin, yên enternasyolanîzma proleterya diparêzin, ew komunîstên Marksîzmê-Lenînîzmê di xebatên xwe de wek rêber bikartînin, PKT cihê yekitiya van ya dilxwazane ye.
PKT cihê PKT yî û komunîstên bi gotin, bê erk nîne. Di nav refên wê de ciyê lîkîdatoran, durûyan,troçkîstan, revizyonîstan, reformîstan, oportûnîtan , kariyerîstan, SÎP îyên Kemalîst Nine.
PKT di civata Tirkiyê de cihê şoreşgerên pêşkevtiyên hêza xwe di rêxistina çîna karger,yên xwedî zanyariyên wê, baskê şervanên wê yên pêşen de ye.
Karger û kedkar li benda PKT yîyên ku navê PKT bi erkên kevneşopiyên makksî, polîtîka û hişmendiya wê bi hev re çespandine ye.
Dê di100. saliyê de ber bi perkenîn nû ve herne pêş!
Bijî PKT ya me, bijî çîna karger a Tirkiyê û tekoşîna ji bo demokrasî û sosyalîzmê!
PKT-1920 www.tkp-online.com