Haber / Yorum / Bildiri

Bîranîna Agir: Newroz û Tomarkirina Azadiyê

Ceylan DENÎZ

TİRKİYE nîv sedsal e li dora heman mijarê dizivire. Navê wê hat dayîn, paşê hate vekişandin. Hate pênasekirin, paşê hate înkarkirin. Navê wê “pirsgirêka Kurd” hate dayîn, paşê pirsgirêk bi qada ewlehiyê ve hate sînordarkirin. Lê di bingehê xwe de, ev pirsgirêkek demokrasî û azadiyê ye.

Bi salan e, dewletê xwest vê pirsgirêkê di çarçoveyek ewlehiyê de çareser bike. Rewşên awarte, desthilatên berfireh, operasyonên leşkerî, tayînkirina wesayetan, dozên girtinê… Her ku refleksa ewlehiya-navendî mezin dibû, qada siyasetê tengtir dibû. Her ku teng dibû, temsîl qels dibû. Her ku temsîl qels dibû, pirsgirêk kûrtir dibû. Eve veçerxanek xerab e. Her çend Destûr dibêje ku ew welatiyan wekhev dibîne, di pratîkê de wekheviyê sînordar dike. Cihê zimanê dayikê di qada giştî de mijarek nîqaşê ya berdewam ma. Desthilatên rêveberiyên herêmî di siya rêveberiya navendî de man. Guhertina rayedarên hilbijartî bi yên tayînkirî bû tiştekî asayî. Qanûn ne bi normên gerdûnî, lê bi keşûhewaya siyasî hate pîvandin.

Welatek dikare bi polîtîkayên ewlehiyê li ser piyan bimîne, lê bi polîtîkayên ewlehiyê nikare demokrasiyê dabîn bike. Pêncî salan çek axivîn. Her carê ku ew diaxivîn, siyaset hinekî bêdengtir dibû. Her carê ku ew bêdeng dibû, civak hinekî polarîzetir dibû. Bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi mîlyonan ji cihê jidayikbûna xwe hatin koçkirin. Dibe ku zererên aborî bêne hejmartin, lê windakirina baweriyê bêpîvan e. Niha bihar dîsa li derî dixe. Salname careke din Newrozê nîşan didin. Newroz ne tenê cejnek e. Ji bo Kurdan, ew agirê hizir û ramanan e. Ew sembola sedsalan a protesto, berxwedan û ji nû ve zayînê ye. Di efsaneyan de, hesinkar deriyê zilmê bi çekûçê xwe dişkîne; li çiyayan agir tê vêxistin, û piştî şevek tarî, roj dîsa hiltê. Her Newrozê, ew agir bi rastî heman pirsê dipirse: Lêgerîna azadiyê ya gel çiqas dikare were paşxistin?

Tevî hemû pêşketinên erênî û neyînî yên îro, Newroz hîn jî ji bo Kurdan heman wateyê diparêze: sembola berxwedanê û xwesteka azadiyê ye. Lê di heman demê de, rastiyek bi êş di naverastê de dimîne. Tevî ewqas qurbanyan jî, azadî hîn jî wekî asoyek dûr xuya dike. Lê dîrokê ev yeke fêrî me kiriye: azadî di cih de çênabe. Ew kom dibe. Azadî carinan mîna çemekê diherike, carinan jî mîna  bendavekê tije dibe û di serda hildiçe. Îradeyek heye ku di nav salan de dilop bi dilop kom bûye. Têkoşînên piçûk ji bo parastina ziman, ji bo zindî hiştina çandê, ji bo pêşîlêgirtina înkarkirina nasnameyê… Her yek dilopek nû ye ku dikeve vê bendavê. Û carinan dîrokê pêwîstî tenê bi dilopekê heye.

Ji ber vê yekê, Newroz ne tenê bîranîna rabirdûyê ye. Her wiha biryardariya ji bo paşerojê jî zindî dihêle. Ji ber ku wateya agir tam li vir e: tarîtî çiqas bidome jî, çirûskek bes e. Aştî û azadiya rasteqîn tenê bi sembolan nayê dabînkirirn. Ger ev welat bi rastî bixwaze bi hev re bijî, divê ji çarçoveya ewlehiyê derkeve. Aştiya mayînde bêyî ku hemwelatîbûna wekhev bibe prensîbek bê guman, bêyî ku nasname û ziman di destûra bingehîn de werin garantîkirin, bêyî ku demokrasiya herêmî were xurtkirin û bêyî ku serweriya hiqûqê bi wekheviyê ji bo her kesî were sepandin, aştiya mayînde nayê dabînkirin.

Aştî cesaretê dixwaze. Ji ber ku aştî hevsengiyên hêzê yên elimandî diguherîne. Ew rîska siyasî diafirîne. Lê dîrok bêyî ku rîsk bigire nikare xwe biguhere. Tirkiye ne yekreng e. Ew ne yek helwest e. Bê guman ew ne xwediyê yek çîrok e. Dibe ku sedsalek din jî bi înkarkirina vê pirjimariyê were derbas kirin; lê paşerojek demokratîk nayê avakirin. Ger em nekarin bi rêya destûrî hevjiyanekê garantî bikin, em ê bi berdewamî hevjiyanê bikin mijara danûstandinan. Û danûstandina domdar aştiyê bi xwe re nayîne. Agirê Newrozê her sal ji nû ve tê vêxistin. Ji ber ku ew agir ne tenê sembola cejnekê ye, lê di heman demê de sembola hêviyê ye jî. Ew bîranîna gelekê  ye ku dibêje, “Hîn neqediyaye.”

Belkî îro azadî dûr xuya dike.

Belkî rê dirêj e, bar giran e.

Lê dîrok pir caran bêdeng tomar dibe.

Û carinan, bi rastî,

dilopek jî dikare bendavê biherikîne.

Ger Tirk, Kurd û hemû Tirkiye bi hev re vê pêvajoya nû biparêzin û bi ser bixin, ew dikarin bendavê biherikînin û rê ji bo azadiyê vekin. Bila Nevroza 2026an gavek di vî alî de be.

Bir yanıt yazın