Haber / Yorum / Bildiri

Di hilbijartinên 23 xizîranê ji bo Erdogan, Binali Yildirim û hevpeymana Cumhûr deng nînin

Em dengên xwe ji bo demokrasî, azadî û ji bo aştiyê bi kar bînîn!

Dawiyê li talan û gendelîya Erdogan bînîn,

Em Pêşiya şaredariyeke adil û şefaf vekîn!

23 xizîranê dengdêr li Sembolê ji bo hilbijartina serokê şaredariya mezin (IBB) carek din dê biçine ser sandiqan. Ev hilbijartina bi zorê li ser me hatiye sepandin. Ji ber ku Semboliyan31 Adar 2019 de serokê şaredariya xwe hilbijartin. Bi ferqek 14 hezar dengan berbendamê hevpeymaniya Millet yê CHP ê Ekrem Imamoglu berendamê hevpeymaniya Cumhur Binali Yildirimê AKP derbaz bû û wek serokê şaredariyê hate hilbijartin.

Lê Erdoganê wek balyozek li serê xwe xwarî raya gel ya serbixwe ne pejirand û bi hecetên ku destê çetan kevte nav, hîle hate kirin, deng hatine dizîn kire hewar û çendîn car ser li komîsyona bilind ya hilbijartinan YSK ê da û zordarî li ser wan kir. Hindek sandiqên navçeyan û dengên xelet bi caran dane hejartin. Ferqa di navbeyna Binalî û Imamoglu bi tu terzan nehate girtin. Dawiyê Komîteya Hilbijartinên Bajêr mazbata Imamoglu ya serokatiyê pêşkêşî wî kirin. Imamoglu bû serokê şaredariyê. Talan û gendeliyên AKP yek bi yek derketine holde. Şaredariya Sembolê bibû cihûrê ceh yê AKP ê. Windakirina Sembolê ji bo Erdogan û ji bo AKP ê bibû malwêraniyek mezin.

Sembol bêje hema hema nîvîya tirkiyê bû. Ew rêveberiya ku hêza Sembolê ya aborî, darayî, siyasî û çandî negire bal xwe bi asanî nikare Tirkiyê rêve bibe. Erdogan vê watê baş dizane. Divîya bê qey û şert serokatiya bajarê mezin ji destê Imamoglu derxistiba. Erdogan ne tenê emir dane hevkarên xwe lê emir dane YSK jî, gotê ” hûn çi dikin bikin, hilbijartinên IBB ê iptal bikin û hilbijartina nû bikin” Di rêveberiyên burjuvada eger hukumdar bixawaze rê û rêbaz pirin. Di dawiyê rêbazek dîtin. Pêkanîna desteyên sandiqan bi gor qanonê nehatine damezrandin. Li ser gelek sandiqan de serok û endamên desteya sandiqan karmendên dewletê nebûn. Eva jî bi gor AKP ê bê qanonî bû. Eger YSK li ser van hecetane hev raman neba dê kevtibana ber zulm û zordariya Erdogan. Dawiyê piraniya endamên YSK ê ramana AKP ê ya ”rewşa tam ne yasayî” qebûlkirin û biryara bişûndekirina hilbijartinan dan. Her wesa YSK ê rêbazên xwe binpê kirin, nîşan da ku wek saziyek  ne serbixwene û  ji Erdogan ditirsin. Carek din imza xwe havê te bin bê qanûnî û bê dadmendiyê û herwiha nîşan dan ku dadmendi ne serbixe ye û ne bê aliye. Serokatiya Imamoglu ji dest hate standin, mazbata wê ji destê wî hate girtin. Li ser vê Imamoglu û hemû hêzên demokrasiyê, gotin fermo eve meydan, em dê 23 xizîranê hev û du bibînîn. Ev qeb xwestine ciwane, lê mafê ku bidest xistî hatiba parastin ciwantir di bû. Ji bo vê pêwîstiya dabezîna girsên gel li kolanan, nîşandana giranahiya raya gel hewce bû. Imamoglu û CHP di vî warî de bêkêriyeke mezin nîşan dan. Diviya mafê hatî standin paşde nehatiba dayin.

Niha jî di 23 Xizîranê ev hisabe dê bête dîtin, dengên paqij yên Semboliyan ku ji wan hatien stendin dê paş de vegerin dadmendî dê ciyê xwe bibîne. Lê eva ”Kêşika kocket” nîne. Ji ber ku ew aliyê hatî bin ketî, dê bi hemû hêza xwe, hilbijartinê de bi kar bîne. Ji bo paşde girtina Sembolê dê ser li hîle, gendelî û şidetê bidin. Dê hêza dewletê bi zêdetir bikarbînin. Ewan ji bû bişûndekrina girtina hilbijartinan hemû mecal bikar anîn. Niha karê me girantir e. divê em ji 31 Adarê zêdetir kar bikîn. Divê em girseyên gel û dengdêrên nû qazanc bikîn. Teybeten di rêzên jêr de peywendiyên baştir li gel dengdêrên kurd binuxumînîn li gel wam bi şêweke zelaltir biaxivîn. Di berdewamiya kampanya hilbijartina Sembolê de pêwîste bête diyarkirin ku, peywendiyên li gel kurdan û peywendiyên li gel gelên din yên tirkiyê piştî hilbijartina jî dê berdewam bin û ev serkevtine dê rêya aşitiyê ji bo kurdan veke. Dengên kurdan wek 31 Adarê dê 23 Xizîranê jî diyarker bin. Bi seretayî Erdogan û aliyê din jî ev rastiye dîtin, dîtin ku dijminahiya kurdan, PKK û HDP ê pare nake. Ew her nihada çavê xwe li kurdan diniqînin. Li ser babeta Kurdistanê û hebûna dewletê, li ser êrişen mangirtinên birsîbûnê de paşde gav avêtin. Tecrîta li ser Ocalan rakirin, parêzger û malbatê li gel serokî hevdîtin pêk anîn. Bi van manewran ve Erdogan dixwaze xwe pêş çavê kurdan şirîn bike û kurdan bixapîne. Lê dema xapandina kurdan bi aliyê Erdogan ve zûde boriye. Kurd bi rêxistinî û bi zanyarî tevdigerin. Her niha de dibêjin ji bo têkbirina berendamê Erdogan dê dengên xwe bikarbînin. Erdogan pê hesiya ku ew nikare kurdan bixapîne, her niha da ji bo çav tirsandina kurdan berî hilbijartinê dest bi êrişan kir, kete Xakûrkê, çiya û biyaban bombaran kirin. Dîyare ew bi vê jî nagehine miraza xwe. Ew kurdên ku desthilat bomban li ser wan de dibarîne dengên xwe nadene wê desthilatê..

Divê ev rastiye bi hemû zelaiya xwe ve bête dîtin: Kurd  ji bo çarenivîsa Tirkiyê di pozîsyonek bingehîn de ne. Heta em li gel kurdan hevpeyman û yek nebîn, em nikarîn zora Erdogan bibîn, zerbê têkçûnê lê nayête dayin. Li tirkiyê rêya aşitî û demokrasiyê nayête vekirin. Di berdewamiya kampanya hilbijartinan de pêwîstiya yekitiya kurd û tirkan ji HDP yi, CHP yi, IYI patî û hata ku ji AKP yiyên ji Erdogan hêrsbûyi re bête gotin. Heta kurd azad nebin, tirk jî azad nabin. Divê bête diyarkirin ku jîyanek hevpar li ser bingehê, yeksanî, serbixwe, azadî û demokrasiyê nayête dabîn kirin. Bi tirsa ku rêveberiya CHP dê hêrs bibe, dij derkeve, nabe ev rastiyene ji girseyên gel bêne veşartin.

Niha em hemû bi hevra Tirk, Kurd, Laz, Çerkez, Trabzonî, Rizeyi, Erzuromî, Sêwasî, Erzincanî, Rum, Ermenî, Ernawût, Boşnax, Romanî, Elevî, Sunî, Xiristiyan, Ji Hevpeymaniya Cumhur, ji Erdogan ji Binali ra bêjîn ji bo we deng nînin. Di 23 Xizîranê ji wek 31 Adarê em zerbek din li Erdogan bidîn. Hilbijartinên Sembolê bi wan bidîne wundakirin. Dubare jêre bêjîn dawiya te hatiye. Di van 4,5 salên pêşiya mede rê nedeyne ku ew vî welatî bi dilê xwe rêve bibe. Ji bo wê her wekî 31 Adarê xwedî li sandiqan derkevîn. Erdoganê ku ji gel dengan wernagire, bê şik dê dîsan dest bi hîle û gendeliyê şiddetê bike. Em vê mecalê nedeyne wî

Dê dakevine kolanên Sembolê, dakevîne nav gel, yek deng jî girînge!

Dê 23 Xizîranê biçîne ser sandiqan! Em carek din nîşanî Erdogan bidin ku dawiya wî hatiye.

07.06.2019                                   www.tkp-online.com                     TKP 1920

Bir yanıt yazın