Haber / Yorum / Bildiri

Ji şer ra Na!

Bangewazî ji bo gelên me, kargerên me, rûşenbîr û hunermendên me û ciwanên me!

Êrişên li ser bakurê Sûriyê, rojhilata Firatê, Rojava şereke nû ye,

Em dijî şer derkevîn!

“Erdoganê ku gotî ”Em dê şevekê nişkêda werîn” gefên xwe yên li ser rojhilata Firatê, bakurê Sûriyê, Rojava ber bi encamdanê de ye. DYA (Amrika) ragehand ku hêzên xwe ji bakurê Sûriyê vekişand ”dibêjin em ne pêşgirîyê lê dikin û nej î alîkariyê dikin” bi vê helwestê ji bo êrişê, rê li ber Tirkiyê xweş kir. Paş hingê Pentagonê got ”em napejirînîn” Trump radigehîne eger Tirkiye derkeve derî sinorên min diyarkirî ez dê aboriya wan têk bibim. Her çend hindek senatoran bertekên gelek dijwar jî pêşkêş kirine, lê ev rêxweşiye berdewam e. Erdogan ev rewşe ji bo xwe firset dît û bilez zêdetir hêzên leşkerî şandine ser sinorî. Ser erkaniya Tirkiyê diyar kir ”amadekariyên me bê kêmasîne” Erdogan û çapemeniya doraliyê wî bi hevdengî bi henderana şer û gefan raya giştî êxistine nav cendereke zordestiyê û dixwaze wan ji bo şer amade bike. Bi derewan û xapandinan propagande dike ku rêxistina ”terorê” YPG li ser sinorên me gef e.

Lê ev êrişa li ser bakurê rojhilata Sûriyê êrişek dijî ”terorê”nîne, êrişeke ku, dijî gelê kurd tê darxistin. Eve êrişeke li ser pêkhateya gelan ya bakurê Sûriyê, li ser statuya ku kurdan afirandine. Nunerên gelên li bakurê rojhilata Sûriyê, û rêveberiya hêza hevbeşa van gelan ya leşkerî Hêzê Demokratik a Sûriyê HDS, hêzên Amrika û li gel hêzên Tirkiyê li ser ”Mekanîzma Ewlekariya Sinoran” hemmû berpirsiyariyên xwe bi cî anin. Ji bo ku şerek li gel Tirkiyê rû nede hemû hewlên xwe dan. Lê dîsan diyarkirin, eger Tirkiye li ser vê jî êrişî wan bike ew dê mafê xwe yê ”xwe parastinê” dê bikar bînin. Gelên Ereb, Kurd, Suryanî, Asûrî, bi hevra dê dijî êrişên Tirkiyê bisekinin, ”mafên xwe yên rewa, di paraztina welatê xwe de” dê ciyê xwe bigirin. Ertêşa Tirk dê li bakurê rojhilata Sûriyê rûberûyi gelên ku welatê xwe diparêzin bêt. Ev gelene dê dijî avadankirina gund û cîwaran ji bo penaber û cihatçiyan li ser axa xwe ya dagîkirî derkevin, bitekoşin. Tirkiye bi vê êrişê ve dê tovê nifaq û dijminahiyê di navberaxwe û Kurdan, Ereban û gelên din biçîne û bi sedsalan nayê ji bîr kirin, dê bibe sedemê birînên kûr ku, nayên pêçan. Gelê Tirk dikare rê nede vê êrişê.

Bi vê êrişê Erdogan Tirkiyê bilez dikêşîne nav şereheriya Rojhilata Navîn. Trump ”lamba kesk” pêxist lê her we berpirsiyariya girtiyên şervanên ÎŞÎD ê yên van du salên dawiyê jî xiste stuyê Tirkiyê. Trump ne tenê gardiyanî nîgehvanîya ÎŞÎD çiya dide Tirkiyê, lê her we tekoşîna dijî ÎŞÎD ê jî hewaleyî Tirkiyê û Erdogan dike. Ew şanên ÎŞÎD ê ku bi aliyê Erdogan ve dihatine paraztin û bihêzkirin her we bi aliyê YPG û SDG ê hatine têkbirin, niha di van mercên şer da dê dîsan zindî bibin û vê carê jî dê berengarî Tirkiyê bin ku Tirkiyê erkên YDA girtiye ser xwe. Me kiryarên vana (ÎŞÎD) di êrişa komkujiya Gara Enqerê de dît. Erdogan bi vê êrişê tevnek nû bi serê Tirkiyê re radiçîne.

Wek Erdogan welatî radikêşîne nav xeteriyeke bi vê mezinahiyê, deh hezaran insan dê bêne kuştin, di vî şerî de çavên dayikan ji rûndikan za nabin. Ew bi hemî hêza xwe ve, vî şerî himbêz dike, tenê ketiye ramana berjewendiyên xwe û dirêjkirina temenê rêveberiya xwe. Teybeten paş hilbijartinên dawiyê yên herêmî bingehê hevpeymana faşîsta AKP-MHP bilez dihele. Hilkelînên mezin di nav AKP de hene. Nêzîkî milyonek endaman AKP terikandin û ber bi partiyên nû bêne avakirin ve diçin. Xelkê ku bi bilindkirina nirxê kel û pelan, giranbahayiyê naçar mayî êdî pişta xwe didine Erdogan. Rêjeya dengên Erdogan ji zûde ketiye bin %30. Desthelatdarî ji destê wî diçe. Ji bo pêşîgirtina vê pêvajoyê tenê rêyek destê Erdogan de maye, ew jî şerekê dijî Kurdên Sûrî destpêbike. Welat dê têk here, mirov dê bimirin, gelên din dê bibine dujminê gelê Tirk, lê qet xema wî nîne. Ji bo wî tenê desthilatdarî girînge. Ji bo veşartina vê hişmendiya xwe ya rasteqîn ew her dem ”xetera terora PKK-YPG rojevêde digire. Asta nijadperestî û şovenîzme bilind dike, di civatê de hevrikî û duberamberiyê zêde dike, rê li ber çareseriya pirsa kurd ya aştiyane digire, tenê wek çareserî rêya şer li ber girseyên gel datîne.

Ew niha bi dagîrkirina rojhilata bakurê Sûriye ve dest bi vî şerî dike. Li gel vî şerî bilindkirina nirxên kel û pelan yên nû dê bêne pêş, nirxê lîrayê tirk li hember dolarî dê gelek bikeve. Bêyî hewcedariya Trump aboriya Tirkiyê dê têk biçe. Di qada navnetewîde dê Dewleta Tirkiye wek welatek êrişkar û li gel cîranên xwe neguncaw bête nasîn û rûmeta Tirkiyê dê yek car bikeve. Rojên zor û zehmet li pêşiya Tirkiyê ne.

Pêşî lêgirtina vê pêvajoya xeter ku êrişa li ser rojhilata Firatê Erdogan destpêkiriye, dijî derketina şer, bi seretayî erkê herî girînge li pêşiya, karger û kedkar, ruşenbîr û hunermend, ciwan û jin, şoreşger û demokrasîxwaz, hêzên pêşverû û aştixwazên Tirk e. her çend kêm jî be, dengên nerazîbûna li ser şer ji bêşên civakê bilind dibin. Lê eva nehatiyê bi asteke hewar kirinê. Xeynî HDP ê partiyên muxalefet CHP ji di nav de, her çend dijî Erdogan jî bin lê, ji vê siyaseta hemasetê rizgar nabin û di meclisêda ji bo tezkera şer dengên xwe didin. Lê nav refên wan de hevadarên wan dijî helwesta wan derdikevin, dibêjin divê dijî vî şerî, şer bête kirin. Êdî dem hatîyê em dijî şerxwazîya Erdogan, ji hişmendiyên ciyawaz, bereyek berfireh, bi hêz û aştîxwaz, ji dijberên şer ji nav refên CHP, IYI Partî, SP, AKP, ji Kemalîstên aştîxwaz û heta îslamiyan ava bikin. Em bi derew û delesên Erdogan yên şer nexapîn. Ew ji bêhêzî û neçariya xwe vêdike. Çawa me ew di hilbijartinên herêmîde têk bir, niha jî em dikarîn di vê pêvajoya wî destpêkirî de wî têk bibîn. Em dikarîn rê nedeyne wî ku ew vî şerî li ser med de bisepîne. Ji bo wê jî, bi beşdarbûna hemû hêzan em dikarîn hevpeymaniyeke aştiyê biafirînîn. Eva tenê pêşiya şer nagirê, lê dê dawiya Erdogan jî dê bîne.

Ji şer ra na! Çi li Tirkiyê, çi li Iraqê, çi li Sûriyê be em daxwaza çarenivîsa pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û dialogê bikin.

Wateya şer malxirabî û rûndikên çavanin, wateya aştiyê dostî û birati ye.

Em rê nedeyne Erdogan li Sûriyê dijî kurdan û gelên din şreke nû bajo!

Bi civînan, bi xwenîşandanan, werin em dijî şer derkevîn!

TKP 1920 ,    09.10.2019                  www.tkp-online.com

Bir yanıt yazın