Haber / Yorum / Bildiri

DAXUYANÎ: Me xatir ji rêheval Şiko xwest

ME îro li goristana Niederschönhausen li Berlinê bi xakspartinê xatira xwe ji hevrê Şiko xwest (Kikan von Freyberg – Ali Durak). Di xakspartinê de hevrêyên wî yên li Berlinê Alman, Kurd, Tirk, Ermenî Çerkez, heval û hevrêyên wî yên ji gelên din yê Tirkiyê amade bûn. Beşdarên xakspartinê, tabûta wî bi alikariya ATTF ku srûdên karkeran ji aliyê korûyê û bi hemahengiya akordionê ku hevrêyekî Alman lêdida anîne goristanê. Li ser gora wî bi yekdengî srûda partiyê hate xwendin. Paşê hevrê Savaş Yener gotarek kurt li ser gora wî pêşkêş kir.Paş gotarê bi srûda international me xatir ji hevrêyê xwe bo rêwîngiya wî ya dawiyê xwest. Li jêr gotara hevrê Yener diweşînîn.

Dostên hêja û hevrêyên hêja,

Îro em xatira xwe ji hevalê xwe yê xweştivî, hevrêyê xwe yê xweştivî Kikan´a hevrê Şiko dixwazîn. Her wekî me berî jî da zanîn paş astengiyên korona sistbûn di meha Nîsan an Gulanê em dê civînekê ji bo bîranîna wî darbixîn. Ji bo vê kombînê em dê demek guncaw de we agahdar bikin. Em hêvî dikin ku em we hemûyan li wêderê bibînîn

Îro li ser gora wî û derbarê wî de ez dixwazim tenê van tiştane bêjim.ew komûnîst bû, komûnîsteke Kurd bû. Ew, endamê Komîta Navendî û endamê Polîtborûya Partiya Komûnîsta Tirkiyê TKP bû. Ew ew şerkerek serhişk, dilpola bû ji bo aştî, sosyalizm, azadî û dadweriyê şer dikir. Ew, ji bo tekoşîna mafên prolerterya Tirkiyê û ya navnetewî  şerkerekî dijî zordarî û zêrandinê bû. Ew parêzgerê ne tewiyay yê Marksizm-Leninizm û enternasyonalizma proleterya bû.

Di sala 1950 an de endamên partiya me û bi giş rêveberiya partiya me ku hatine girtin, sala 1970 ê yan ji bo vejandina TKP ew di rêzên pêşiyê de bû. Bi enerjî û însiyatîfa xwe ya bêhempa, rasterast serkevtina partiya me ya 1973’an diyar kir. Ji ber vê yekê partiya me di têkoşîna çîna karker û gelên Tirkiyeyê ya li dijî emperyalîst, dijî kapîtalîst û dijî faşîst de dîsan çalak bû û di rêxistinbûna wan de bi awayekî çalak cihê xwe girt.

Bi taybetî ji bo mafên neteweyî û çandî yên gelê Kurd, ji bo mafê diyarkirina çarenûsa wî tekoşîneke bêhempa da. Serkevtina vê têkoşîna bê hempa li dijî polîtîkaya dewleta Tirk a ku mafê herî xwezayî yê gelê Kurd, mafê hebûna wî, înkarkirina mafê wî gelî bû. Vê dewletê hewl da ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd weke tevgereke terorîstî, bêrûmet û rezîl nîşan bide, di xwîna hovane de bixeniqîne û îro jî berdewam li ser siyaseta xwe ye. Mafê gelê Kurde ku hebûna xwe dijî gelek neheqiyên bê rûmet, heqaretên nîjadperestî, darizandin, binçavkirin û kuştinên dewleta Tirk biparêze, ku ev dewlete her niha jî hemû şêwên xwe parastina vî gelî  berxwedana wî tepisandiye û hîn jî hewl dide yên heyî bitepisîn e.

Rizgariya çîna karker û gelê Kurd, bihevrejiyana aştiyane ya gelên Tirkiyeyê di komareke demokratîk a xwedî mafên wekhev de û jiyaneke hevpar a aştiyane ya gelên Rojhilata Navîn, naveroka sereke ya jiyan û têkoşîna wê pêk tîne.

Ev şer hîn bi dawî nehatiye. Kîkan di wê baweriyê de bû ku gel wê li hember dîktator û zaliman bi ser bikevin, weke efsaneya Kawayê Hesinkar ku şerê gelê Kurd li dijî Zahaqê zalim de bi ser ket. Îro gelê Kurd bi pêşengiya Ocalan vî şerî li dijî dîktator Erdogan û zalimên din ên Rojhilata Navîn dimeşîne. Ligel gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, karker û gundî, kedkar dê dîktator û zaliman têk bibin. Hevrê Şiko qewl ji me girtiye ku em bi hev re vî şerê hevpar bimeşînin.

Piştî ku partiya me di pêvajoya yekitiya bi TÎP û partiyên din re hate têk birin, Kikan ji bo ku TKP dîsan li ser piyan bimîne dest bi xebatê kir. Ew bi tundî dijî hewlên dewleta Tirk derket ku navê TKP’ê bêrûmet bike û ji bo armancên xwe yên kirêt bikar bîne. Diviyabû TKP li ser esasê prensîbên siyasî yên serokên partiya me Mustafa Suphî û Bîlen careke din bibe pêşengê çîna karker û kedkarên Tirkiyeyê û di siyaseta welêt de rolên girîng bigire destê xwe. Em dê vî şerî li ser rêya ku ew li ser dimeşiya û bi berdewamiya wê bidomînin. Ew, dê di şerê me de her tim bijît.

Li ser Kikan îro eve ye. Em dê di civîna bîranîna wî ya meha Nîsanê an jî Gulanê de, der barê têkoşîn û jiyana wî agahiyên berfirehtir bidin. Ji bo beşdarbûna we ya xakparastina cenaze gelek spas.

Îro di nav me de keça hevrê Aram Pehlîvanyan xanim Melîne Pehlîvanyan jî heye. Gelek ji me wî bi navê partiyê wek Ahmet Saydan nas dikin. hevrê Aram Ermenî û endamê Polîtburoya TKP’ê bû. Di salên dijwar ên penaberiyê yên li Leipzigê de hevrê Aram û hevrê Şiko bûne hevalên pir baş û nêzîk. Paşê jî Meline ev hevaltiye berdewamkir. Ji bo vê bi dil û can spas dikim Melina delal. Ji bo Kîkan ev hevaltî piştgiriyeke mezin bû.

Yek ji biraziyên Kîkan, Hulya jî di nav me de ye. Di vê xakspartinê de Hulya nûnertiya malbatê aliyê kurd dike. Lê biraziyek din yê Kîkan, Lîsa, bi me re ye. Di heman demê de ew bi Jutta re ye, ku 18 sal in bi Kikan re zewicî ye, aliyên malbatê yên Alman jî ew temsîl dikin.

Birêz Jutta, ez dixwazim bi taybetî spasiya te bikim. Bi hevra bûna te ya li gel Kikan di salên dawiyê de cihê kêfxweşiyê ye. Di hemû zehmetiyan de hebûna te ji bo min û Kîkan bû piştgiriyek mezin. Pêwîst bû em gelek caran li ser telefonan û li ser mijarên qet ne hêsan biryar bidin. We bi sekna xwe ya aştiyane û aram her tim xweşbînî di nava me de Çand.

Di dawiyê de, ji bo hatina we hemûyan gelek spas. Li gorî rewşa koronayê bi hêviya hevdîtina we di civîna bîranînê ya ku dê di meha Nîsanê an Gulanê de were lidarxistin. Di vê hevdîtinê de em dê jiyan û têkoşîna Kîkan berfirehtir pêşkêş bikin.

Berlin, 11 Çile 2022                                      TKP – 1920

Bir yanıt yazın