Haber / Yorum / Bildiri

BANGEWAZÎ JI BO 1 GULANÊ / TKP – 1920

Karker, kedkar, xanenişîn, rewşenbîr, esnaf, gundî, ciwan, jin û çalakvanên  hawirdorê, gelên Tirkiyeyê!

Di 1’ê Gulanê dakevin qadan!

Werin em serkeftina hilbijartinên 31’ê Adarê hem biparêzin û hem jî berztir bikin!

Em rê nedeyne Erdogan 4 salên din welat birêve bibe!

Werin em li dijî buhabûna jiyanê, enflasyonê, xizanî, mêtinkarî, zêrandin, talan û îsrafê derkevin!

Em li dijî operasyonên leşkerî yên li dijî kurdan û şerên li herêmê derkevin!

Werin em li welatê xwe, li herêmê li cîhanê, dijî şer û biçekbûnê derkevîn û tevgera aştîxwaziyê bilind bikin!

EM îsal bi coş û kelecan serkeftina di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an di1’ê Gulanê de pîroz bikin. Em dadikevin kolan û qadan ji bo careke din hêz û îradeya xwe ya têkoşînê nîşan bidin. Werin em bi pêşengiya sendîka, rêxistinên pîşeyî, rêxistinên çep û demokratîk qadan tije bikin û xwenîşandanên me ji hikûmetê re bibin hişyariyek nû.

Em îsal bi coş û kelecan serkeftina di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an di 1’ê Gulanê de pîroz bikin. Em dakevin kolan û qadan ji bo careke din hêz û îradeya xwe ya têkoşînê nîşan bidin. Werin em bi pêşengiya sendîka, rêxistinên pîşeyî, rêxistinên çep û demokratîk qadan tije bikin û bi xwenîşandanên xwe ve hişyariyek nû ji hikûmetê re bidin.

Di dawiya 22 salên desthilatdariya AKP’ê de li welat dîktatoriya faşîst ya paşverû ava bû. Civak ji hev hate dabeşkirin. Demokrasî û azadî hatin sekinandin, darazê serxwebûna xwe winda kir. Şerê  dijî kurdan bû bê rawestan û bê navber. Girtîgeh tije ne. Welat radestî emperyalîzmê, polîtîkayên wê yên neolîberal û çeteyên wê kirin.

Aboriya welêt kete nava krîzeke kûr. Karker, kedkar, malnişîn, kesên kêm-dahat; Di bin buhabûna jiyanê û enflasyonê de têne perçiqandin. Li kargehan, li kanan, li zeviyan de karger û kedkar di bin zextên giran de ne. Grev, sendîka û mafên danûstandinên kolektîf êdî nikarin bêne bikaranîn.

Ev rêbazene di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de hatine rawestandin. Niha jî di 1’ê Gulanê de divê em careke din bibêjin raweste. Karker, kedkar, xanenişîn, gundî, cotkar, rewşenbîr û çalakvanên hawirdorê divê pêşengiyê bikin, li dijî desthilatdariya AKP/MHP’ê û rejîma yek zilamî ya Erdogan li benda 4 salên din nemînin. Divê 1’ê Gulana 2024’an ji bo vê bibe gava yekem. Werin em bi hev re li meydanan biqîrin:

22 salên hikûmeta AKP’ê û rejîma yek zilamî ya Erdogan bes e!

Werin em maf û azadiyên xwe yên demokratîk paşve bigrin! Ji hemû girtiyên siyasî re azadî!

Êdî ji bihabûn û bacên nû re na! Li ser enflasyonê mûçeyên xanenişînan û mûçeyên kêmtirîn zêde bibin!

Zilma li ser jinan bi dawî bibe! Ji bo xebata wekhev heqê wekhev! Ji bo her kesî kar. Tirkiyeyek ku meriv bikare lê bijî!

Werin, 1ê Gulanê de em dakevîne qadan! Ji Taksîma Stenbolê heta Qada Îstasyonê ya Amedê hemû qad yên karkeran, kedkaran, hêzên çep, şoreşger, demokrat, aştîxwaz û gelên Tirkiyeyê ne.

Bijî 1’ê Gulana roja yekîtî, hevgirtin û tekoşîna karker û kedkarên cîhanê!

Bijî têkoşîna demokrasî û azadiyê ya çîna karkerên Tirkiyê û gelên bindest ên Tirkiyeyê û yên li ser rêya sosyalîzmê!

Partiya Komunîst a Tirkiyeyê

TKP – 1920

www.tkp-online.com

Bir yanıt yazın