Haber / Yorum / Bildiri

Bangewazî! Di hilbijartinên 31 adarê de ji bo paşdexistina Erdoganê faşist dengên xwe bidene berbijêrên HDP, Ciyên HDP berbijêr nebin ji bo berbijêrên dijî hevpeymaniya AKP-MHP!

Hilbijartinên 31 adarê zû de ji rengê hilbijartinên herêmî derketiye, ketiye rengê hilbijartinên giştî. Di kampanyên hilbijartinan de pêşeroja rejîma Erdoganê faşist û Ttirkiyê wek mijarek bingehîn tête gotûbêj kirin. Mirov ji vê rewşê fahm dike. Ji ber ku, diktatoriya Erdoganê faşist û kiryarên wî, ajotina şêrê dijî kurdan û êrişên wî, her tim giran bûna amarên jiyanê û gelê ku ji destê xîzanîyê de naçar bûye, Çûna Erdogan, xilasbûna şerê dijî kurdan, hatina demokrasiyê, aşitiyê, refahê dê dabîn bike. Ew Erdoganê ku gava  hilbijartinên herêmî berze bike dizane ku ber bi dawiya xwe ve diçe, her we  Erdogan bi derew û delesan dawiya rejîma xwe wek dawiya Tirkiyê pêşkêş dike. Ew herwiha çavê girseyiyên gelan ditirsine û bi vê çavtirsandinê, ew hêvî dike zevahîra xwe xilas bike û di hilbijartinan de ser bikeve. Her çend wek hemû hilbijartinên pêşiyê, vê carê  jî bi hîle û manîpûlasyonên  bi hêza dewletê ve, serkevtina xwe di hilbijartinê de diyar jî bike, bê şik dawiya rejîma faşîsta AKP-MHP diyar dike.

Pirsa di êvariya 31 Adarê de bête pêş, gelo tirkiye dê xwe ji dûrxistina diktatoriya faşist a Erdogan gavekê bi havêje, an jî Erdogan dê li ser diktatoriya xwe ya faşist berdewam be? Eger di 31 Adarê hêzên demokrasiyê bi teybet, li sê bajarên mezin yên Tirkiye wek Ankara, Istanbul û Izmirê şaredariyan ji hevpeymaniya faşist a Cumhur ku ji AKP-MHP pêk tê bistîne, bi rastî ji bo Erdogan pirsa mayîn û nemanê dê bête pêş. Eger ku Tirkiye ji Erdogan xilas bibe gaveke mezin hatiye havêtin.

Erdogan ketiye nav tirsa ku êvariya 31 Adarê dê dawiya wî bêt. Ji bo pêşî lê girtina vê, bi hevpeymaniya paşveroyên islamî, Ergenekoniyan, hevpeymana Cumhura faşist dixwaze pêşiyê li hevpeymaniya demokrasiyê bigire ku HDP jî dinav van de ye. Ji bo wê jî xwe bi kirasê neteweperestî û şovenizmê pêçaye, her tim êrişî kurdan, PKK û HDPê dike, dijminahiya li ser kurdan geştir dike. Bi derewan, hevkariya li gel HDP wek terorizm nîşan dide û bi vê wesîlê dixwaze pêşiyê li ber hevkariya CHP`yiyan, SP`yiyan, IYI partî, heta ku ew AKP`yiyên ji Erdogan nerazîne li gel HDP bigire. Lê pûç e! hilbijêrder (dengdar) êdî baweriyê bi derewên Erdogan naînin. Gelên me êdî baş dibînin ku her tim pêşiya hilbijartinan de Erdogan li Tirkiyê, li Iraqê û li Suriyê şerekê dijî kurdan dest pê dike, bi tund û tîjkirina êrişên li ser kurdan, hem hilbijartinan de ser dikeve, hem li ser desthilatdariyê dimîne û desthilata xwe qahîmtir dike. Roj bi roj ber bi xirabûnê ve çûyina aboriya Tirkiyê, giranahîya amarên jiyanê, bilindbûna enflasyonê bê şik peywendî li gel ajotina şerê dijî kurdan ve heye. Bi gotina Erdogan, zêdebûna buhayê pîvaz, îsot, bacanreşkan ve ew guleyên li çiyayên Kurdistanê têne teqandin pê têene kirîn, bê goman ew bi xwe jî itiraf dike ku, şerê dijî kurdan ji bo gel bûye sedemê, giranahîyê, feqîrî û  xîzaniyê. Her wiha ji gel re dibêje, tu dê baca vî şerî bidî. Gelê mej î dibêje 31 Adarê em dê hev û du bibînîn. Ji bo wê hilbijartinên 31 Adrê girîngin. Ji bo paşde xistina Erdogan, belkî ji bo gotina ”Yallah” rêwîkirina wî ev mecale di dest me de ye. Ji bo nirxandina van mecalan, ji bo mobîlîzekirina girseyên gel, pêwîste hêzên pêşverû û demokratik, şoreşger, komunîst, karger, ciwan û jin milên xwe hilbidin, bi beşdarbûna piraniya girseyên gel, kampanyên hilbijartinan bêne darxistin û li metropolan hewl bête dayîn ku  hevpeymaniya AKP- MHP winda bike.

Di vê hilbijartinê de jî diyar bu ku, dîsan, tekoşîna gelê kurd dê diyarker be û partiya kilît dîsan HDP ye, hem li rojhelat û hem jî li rojava hilbijêrên HDPê ne. Paqijkirina kayûmên li Kurdistanê hatî destnîşankirî, girtina şaredariyên AKP ji destê wan, di hilbijartinên Kurdistanê de serkevtin, li bajarên rojava li gel hêzên demokrasiyê pêşî lê girtin û paşdexistina berbijêrên hevpeymaniya faşist a Cumhur û her we Erdogan armancên HDP ê ne. Her wa ji bo demokratîkbûna Tirkiyê pêngava yekem tê havêtin. Ji bo pêkanîna vê politîkayê HDP li bajarên Kurdan bi beşdariya piraniya partiyên kurd tifaqek pêk aniye û teybeten li rojava dijî hevpeymaniya Cumhur di nav rêzên gel de hevkarî pêk anî. Armanc winda kirina Erdogan û bi hev re dabînkirina serkevtina demokrasiyê ye. Ji bo vê jî pêwîste hem di asta bilind û di nav rêzên gel de, li gel HDP hevkarî bêne pêk anîn, pêşî di serkevtinên hevpeymaniya Cumhur di hilbijartinan de bête girtin.

Edogan baş dizane ku di vê helbijartinê de rola kurdan ya berbiçav nikare bişkêne û ji bo wê jî asta dijminahîya dijî kurdan bilindtir kiriye. Li ser gotina HDP ku , gotibûn di hilbijartinan Kurdistanê de em dê serbikevîn, ”Li ba me çi herêmên bi navê Kurdistanê nînin. Li bakurê Iraqê Kurdistan heye. Yallah here wêderê. Here Kurdistana xwe.li vî welatî ciye we nîne” dibêje Erdogan û kurdan ji Tirkiyê bi derxistinê tehdit dike. Vî faşistê, nijadperest, jenosîdkar rûyê xwe dubare aşkera kir. Wek tê gotin mal male, malxê lê herame. Hey Erdogan tu ji kî re dibêjî ”yallah”eger ji kesekê re ”yallah” bête gotin, ew jî dê ji te re be. Kurdistan welatê Kurdan e. Raya giştî baş dizane, heta duhu yek jî ewên ku hebûna kurdan li Tirkiyê û bakurê Iraqê wek Kurdistan inkar kirî Erdogan bû. Îro Erdogan bi xwe hebûna kurdan li Tirkiyê, û bakurê Iraqê wek Kurdistan qebûl dike. Ew dê di dûr û nêzîk de hebûna herêmek bi navê Kurdistan li Tirkiyê qebûl bike û Erdogan dê tifa xwe dîsan bialîse. Direngtirîn di 31 Adarê li Kurdistana em pê dizanîn ji, Hekariyê heta Diyarbekirê, ji Qersê heta Şirnexê, ji Firatê heta Diclê, li hemû bajarên kurdan, di hilbijartinan de serkevtina HDP dê, zerbeke mezin li Erdogan bixe.

Erdogan bi êrişkirina Rojava, dest danî ser bakurê Sûriyê, Kurdistanê. Bi têkbirina YPG û YPJ û her we bi hildana navdanên qehremaniyê pîlan kir ku hilbijartinan de serbikeve. Lê vê pîlanê ser negirt. Amrîkayiyan pîlan têk dan. Trump bi gotina ku, tu nikarî têkevî Rojava, eger ne ez dê aboriya te têkbişkênim, Erdogan bi naçarî paşde gav havêt. Vê carê bombarankirina çîyayên Kurdistanê û êrişkirina ser kurdan ve dabînkirina serkevtinan di hilbijartina de ne ew qas asan bû. Tenê tiştek di destê Erdogan de ma, ew jî bi dijwarkirina zorê, zordariyê fêhlû findan. Li Istanbulê 8 Adar roja berxwedana jinan di qada navneteweyî de bi guleyên plastîkî, bi gaza bîberê êrişî bi dehan hezar jinan hate kirin, ev tê wê wateyê ku, tehemula AKP ji bo çi xwenîşandanên muxalif nemaye. Ji xwe mercên hilbijartinên ku di hawirdorek nedemokratik de têne kirin girantir bûye. Her niha de sandiq û dengên hilbijêrderên sexte destpêkir. Ji bo ku, HDP li Kurdistanê kampanya xwe nikare bi rêve bibe, her tim çalakvanên wan û heta berbijerên wan têne girtin û êrişên fîîlî li ser wan têne kirin. Lê gelê kurd serê xwe natewîne, şêwên tekoşînên nû li dar dixe. Parlamenterê Hekarî Leyla Guven dijî tecrîdê, mangirtina birsîbûna bê dem dest pê kir, li zîndanan û li derveyî welat bi beşdarbûna bi hezaran kesan ev buyere kete nawenda kampanyên hilbijartinan. Heta ku tecrîta li ser Ocalan wek xwe bimîne, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd di civatê de îradek pêk neyêt, çeka di destê Erdogan ya dijminahiya kurdan, PKK û HDP nayê jê standin. Tirkiye nabe welatek demokratîk. Di vê niha di kampanyên hilbijartina de pileya piştivanî li gel Leyla Guven û mangirterên birsîbûnê bête bilind kirin. Rabûna tecrîtê, bi dawî anîna şer, daxwazên kurdan yên ji bo azadîyê bêne berz kirin. Heta kurd azad nebin, tirk azad nabin. Tirkiye nabe welatek demokratîk. Tekoşîna ji bo hilbijartinan dê 31 Adarê bi dawî bêt lê tekoşîna ji bo demokrasîyê dê berdewam be. Di berdewamiya kampanyên hilbijartinan de, hevkariyên em di asta bilind û di nav rêzên gel de pêk tînîn ji bo wê ye ku em bi berbijêrên hevpeymaniya AKP-MHP ê bideyne winda kirin, hem jî ji bo  paş 31 Adarê bingehên hevkarîyên bi rêvebirina tekoşîna ji bo demokrasiyê  pêk bînîn. Armanc têkbirina rejîma faşîzane ya Erdogan û bi destxistina demokrasiyê ye. Hilbijartin di vê rê de hewcarin. Heta 31 Adarê em van hewcaran baş bikar bînîn.

Dê, berbi herêmên hilbijartinan, xwe nîşandanên hilbijartinan û xebatên hilbijartinan.

Dê, ji bo têkbirina rejîma faşîzan ya Erdogan 31 Adarê li ser sandiqan!

09 Mart 2019                                        TKP1920

Bir yanıt yazın