Haber / Yorum / Bildiri

Dê berbi qadên xwenîşandanên 1 gulan 2019 ve!

Serkeftina hilbijartinê ya herêmî pîroz bikin!

Mafên karkeran û mafên azadî û demokrasiyê biparêzîn!

Carek din em nîşanî Erdogan bidin ku dawiya wî hatiye!

Dijî talankirina tezmînata salîkariyê (kidem) derkevîn!

Enflasyona ku xerc, mûçe, bahabûn û bilindkirina nirxê pêdawîstiyan protesto bikeyn!

Em dijî şerê li rojhilat, li Kurdistanê tê ajotin derkevîn, daxwaza aşitiyê li gel kurdan bikeyn!

Piştivaniya mangirtinên birsîbûna ji bo rakirina tecrîda li ser Öcalan bikeyn!

Isal cejna navnetewî ya karker û kedkaran ji bo piştîvanî û tekoşînê 1 gulan, li Tirkiyê bi aliyê kurd, tirk û gelên din ve ji bo serkevtinên hilbijartinên herêmî yên 31 adarê dê bête pîrozkirin. Di van hilbijartinan de bi saya serê siyaseta HDP ê ku di bestina hevpeymaniya hilbijartinan de, di navbera karger û kedkarên tirk û kurd de, piraniya kayuman hatine paqijkirin. Bi seretayî Stenbul û her we li piraniya bajarên mezin yên din de serokatiyên şaredariyan ji deste hevpeymaniya AKP-MHP hatine standin. Erdogan toşî têkçûneke mezin hat, gelên me derseke baş ya demokrasiyê ji wî re dan. Ev serkevtine destpêka bi dawî hatina Erdogan e. Niha jî pêwîste di xwenîşandanên 1gulanê de hevkarî, yekitî û hevpeymaniya di navbera karger û kedkarên tirk û kurd, hêzên demokrasiyê de ku ji bo hilbijarinan hatibû pêkanîn, bête bihêz kirin. Ev hevpeymaniye dê dawiya rêveberiya faşîzan ya Erdogan ku li MHP nijinîye bîne. Ew hêza ku demokrasiyê , azadiyê, aşitiyê û biratiyê li Tirkiyê dabîn bike dê ew hevpeymaniya di navbera karger û kedkarên tirk û kurd de ku cî girtiye û hêşîn bûye dê bibe. Ev yekitiye dê nifaq û dijminahiya ji aliyê Erdogan û Bahçeli ve ku di navbera gelên me yên karker û kedkar de hatîye çandin têk bibe, dê bibe numûneya hevkariyeke hêja ya enternasyonal. Eva jî pêwîstiya van xalên jêr derdixe pêş, wek; di qadên 1 gulanê de rûreşkirina ajotina şerê Erdogan dijî gelê kurd, dijî derketina hewlên destewerdanên li rojava, lê xwedî derketina mangirtina birsîbûnê ya Leyla Güven û hevalên wê yên dijî tecrîda li ser Ocalan ku bi keyfî û bê qanûnî tê meşandin, parastina çareseriya pirsgirêka gelê kurd di çarçûva yeksanî, azadî û xweseriyê, li ser bingehê demokrasî û aşitiyê. Qadên 1 gulanê tenê bi parastina mafên gelê kurd yên netewî û demokratîk ve dikar bibe ciyê cejnên demokrasiyê û ruha enternasyonalizmê zindî bike.

Di hilbijartinên herêmî yên 31 adarê de piraniya gelê me yê karker û kedkar deng nedane partiya Erdogan û hevpeymaniya wî ya fşist. Sedemê gotina wan ya ”êdî bese” jî ew bû ku, sepandina sîyaseta Erdogan ya aborî bû ku hemû berpirsiyariya wê girtiye ser xwe. Enflasyon, zam, buhabûna kel û pel bi seretayî, berûkên karker û kedkarên  desteng û yên ku bi mûçeyên herî kêm kar diken dişewitîne. Wek welatê kişawerziyê li Tirkiye meriv nikara nêzîkî xwarên bingehîn yên gel wek pîvaz, kartol, bacan, bacanreşk û biberan bibe. Kêloya wan ji 10 lîran jêrtir nakeve. Karker û kedkaran guşt û masî ji zû de bîrkirine. Dolar roj bi roj bilind dibe. Bilindkirina nirxê kehreba, gaz û avê dîsan di rê de ye. Malbata Erdogan, karsazên der û dora wan, bazirganên hinarde û kirînê, mutahidên avadanî, Tirkiyê, xizînê, şaredariyan talan dikin, milyaran didizin, lê karker û kedkar di nav xizanî û zelîliyê de neçarin. Zêdebûna buhayê kel û pel û bi bacan ew qazancên ji gel têne rakêşan li avahîyan li betonan û piran de têne çalkirin û ji bo wan sazîyên piran dixebitînên têne pêşkêşkirin. Dawî pê anîna vê talanê di destê me karker û kedkaran de ye. Ji bo wê jî divê di qadên 1 gulanê de em carek din bi dengek bilind yekitiya karker û kedkarên tirk û kurd biqêrîn û nîşan bidîn. Erdogan bi aşkerayi got ku sedemê buhabûna nirxê kel û pelan, teqandina guleyên li ser kurdan e. Her derê ku şer û pevçûn lê heyî yên ku winda dikin, tên kuştin her tim karker û kedkarin. Ji bo vê jî, dijî derketina şerê li ser kurdan tê ajotin di radeya yekem de erkê karker û kedkarên tirk e. Di qadên vê 1 gulanê de em dijî şerê li ser kurdan tê ajotin derkevîn, piştgiriya di navbera karker û kedkarên kurd û tirk bilindtir bikeyn.

Di vê gavê de di qadên 1 gulanê de protestokirina babeta herî giring, pêşkêşkirina paketa aborî ya zava Albayrak e. Her wekî êrişên li ser mûçên karker û kedkaran têra neke, niha jî bi vê paketê va pîlanên destdirêjî li ser teserofên wan û li ser tezmînata wan ya salîkar tê kirin. Bi yasayek nû dixwazin tezmînatên salîkar, sîgorteya bêkariyê, xanenişîniya dilxwazî û kesane û xanenişîniya dahati ya kesane icbarî li fondekê de bête berhevkirin. Ew parên di vê fondê de têne berhevkirin ji bo afirandina kardarîyê (istihdam) ji bo avadankirina welat, ji bo veberhênanan nayêne xerc kirin. Dij berê vê, Erdogan, dor û berê wî di rojane peydakirina pereyên biyanî de astengiyan dikişînin, ev fondene dê ji bo wan, ji bo kompaniyan biyanî û xweyanî dê mecalê talanên nû afirîne. Subê dema karker bê kar man, dema xanenişîn dibin, dê rûberûyê fondên nava wan hatî wlakirî bibin. Ne di cuwaniya wan de nejî di pîritiya wan de rûyê xweşîyê ji wan re nayê nîşandan. Divê rê li van tiştan neyê dayin. Di bin bandora rejîma Erdogan ya otorîter û faşîzane de jiyan, selimandin û toşî metingeriyê bûyin qedera karker û kedkaran nîne. Guhartina vê qederê di destê kurdan, tirkan, karker û kedkarên gelên din de ye.

Di qadên yek gulanê de,

Em dijî pîlanên vê hukumeta ku çavê xwe berdaye ser prîmên û, teserofên karkeran derkevîn. Em ji wan re bêjîn,  destên xwe ji ”tezmînatên me yên salyarî û teserofên” me bikêşin!

Em xwedî li mafên xwe yên aborî û demokratik derkevîn ku hatine standin. Em dijî bêkarî, xîzanî, enflasyon, giranahî, buhabûna nirxê pêdawîtiyan derkevîn!

Ji bo bi lezgîn kirina çûyina dijminê karker û kedkaran Erdogan, ji bo demokratize kirina welatê me, ji bo dabînkirina aşitiyê, yekitiya karker û kedkarên tirk, kurd û yên gelên din têkûz bikeyn, alaya enternasyonalizmê bilind bikeyn.

Bi seretayî ji bo Ocalan û Demirtaş, her we ji bo hemû girtiyên siyasî em azadiyê bixwazîn. Ew akademîsyenên ji ber daxwazên wan yên ji bo aşitiyê ji karên xwe bûyi, ew mamosta û karmendên ji ber helwestên wan yên dekmokratîk ji karê xwe bûyî, em daxwaz bikeyn ku ew vegerine ser karên xwe.

Dê berbi qadên 1 gulan 2019!

TKP 1920 24.04.2019

Bir yanıt yazın