Haber / Yorum / Bildiri

Bîranîn û parastina Mustafa Suphi tê çi wateyê

Bîranîna Mustafa Suphi tê wateya, ku dema Stalin jî di nav de, parastina Yekitiya Sovyetan, damezrandina sosyalizmê li welatên din, destkevtiyên sosyalizma rasteqîn û hevkariya navneteweyî, her we parastina Marksizmê – Leninizmê û dijî derketina dij-Sovyetîzmê, dij komunîzmê ye.

Parastina Mustafa Suphi tê wateya parastina hingava 1973 û ji wê sûd wergirtin e. Dijî derketina dîtin û hemahengiya Şefik Hûsnû li gel burjuvaziyê, li hev hatina wî ya li gel polîtîka Kemalîzmê, her we parêzgerên vê polîtîkayê yen wek Mihri Belli, Vedat Tûrkali ye. Bîranîna Mustafa Suphi tê wateya tekoşîna dijî, ber bi likidasyonê ve birina TKP û TIP ê bi aliyê  Behice Boran û dûvelankên wan yên wek Nebî û yên din e.

Partiya Mustafa Suphi ne birîtiye ji kes û îdeoliojiyên  cuda cuda ku ji bo hedefeke hevpar kombibine dorên hev. Ewên prtiya Mustafa Suphi diparêzin, ewên ku her seretayî de bername û peyreva rêxistinê pejirandine. Eve jî ewe ku, îdeolojî û polîtîkaya komunîstan yek e. Ewên di her seretayî de vê nepejirînîn nikarin bibine endam.

Biranîna Mustafa Suphi tê wateya ku, pêşve derxistina alîyê rêxistina wî ya zanistî û bê şert û merc parastina alîyê wê yê demokratîk û navendî ye. Eve jî tê wateya ku, ajotina xebata bi gor prensibên bername û pewrevê, pêşdabirin û rêzkirina  rêxistinê ber bi cîyê ku lê ye û pêwîste, her we tê wateya ku rê li ber girtina kesên ku, xebatên legal û yên îllegal tev li hev dikin, evên ku nekarîn karxanên xwe ji mal û çavkaniyên partiyê cuda bikin, şêlandina biryarên partiyê, di herîkêla legalîzmê de likide kirina partiyê, dîsan rê li ber girtina tirşikçî û kariyerîstan e. Her we dijî derketina kesên geveze, pirbêj, fesat, xebergêr, yên ku ne li rûyê hewrêyên xwe lê pişt hewrêyên xwe durûtiyê dikin û wan reş dikin. Dîsan bi kar anîna mekanîzma rexne kirin û rexne li xwe kirinê ye. Bêyi biryara rêxistinê bi serê xwe tevnegerîne. Her çi dibe bila bibe di partiya Mustafa Suphi de hizibçîtî, fraksiyonçîtî, komên ciyawaz nabe, dîsîplîneke polayî heye. Biryarên organên serkirdetiya partiyê pabendin. Kêmanî mecbûrên biryarên piraniyê bipejirînîn. Partiya tekoşer ew partiye ku, pirsgirêkên xwe di nav xwe de di yekîneyên xwe de heta dawiyê bi şêwên demokratîk gotûbêj dike, biryaran digirê, biryaran pesend dike, çareser dike û ji vana sûde werdigire. Yekîneyek nikare xwe tev li karê yekîneyek din bike, zanyarî ji bo yekîneyekê an ji bo organekê ji aliyê navendê tên. Peywendiyên şexsî an yên paralel di zanista têgehştina partiya Leninist de dij hevin. Ev prensîbe ji bo xebatên legal û yên îlegal derbaz dibe. Maçocitî ne henkûfê partîbûyinê ye, komunîstek nikare karên xwe yên rêxistinî bêxe pêşiya karên xwe yên malbatî, an jî hezên xwe yên şexsî ji malbata xwe veşêre û wek karên rêxistinê bi peçêve. Malbata xwe entegreyi xebatên partiyê dike. Partiya me gelek ji destê wan kesên ku ev prensîbên Mustafa Suphî paşguh kirî kêşaye. Paş ji navbirina Mustafa Suphî partiyê zerera herî mezin ji van bûçûnên xebatên antî-leninist dîtiye. Biranîna Mustafa Suphi tê wateya dijî derketina hevbendîya TIP û TKP û ev hevbendîye tê wateya likidasyonê.

Parastina  Mustafa Suphi tê wateya bilindkirina hevkariya li gel gelê kurd ku dijî zordariyê di pêşengiya PKK têdikoşe, dijî derketina neteweperestiya Tirk di nav refên çîna karger û çepgirên Tirk de, dazanîna di nav girseyên gel de ku, heta ku gelê Kurd azad nebe, gelê Tirk jî azad nabe.

Bîranîna Mustafa Suphî tê wateya dijî derketina TKP yên dewletê yên resmî û her we dijî derketina bi kar anîna navê TKP ye, parastina dîrok û kevneşopiyên TKP yên li ser prensîbên Marksî û Lenînî ye.

Bîranîna  Mustafa Suphi tê wateya vejandina kevneşopiya tekoşîn û şêwên xebatên wî ne. Partiya wî damezrandî TKP li ser bingehê Marksî -Lenînî nijinîn e. Li Tirkiyê hevgirêdanek bi girseyên gel ve raçandin, wek Şefik Hûsnû kirî ne tenê di nav rûşenbîran de, lê bi teybeten di karxanan de, di nav kargeran, li gundan di nav gundiyan de, di nav girseyên kedkar, di nav cuwanan de û di nav jinan de xwe rêz kirine.

Em li ser rêya Mustafa Suphi biçîn TKP ê bi hêz bikîn.

Li kîderê endamek partiyê hebe TKP li wêderê ye

TKP dijît û têdikoşe.

Bir yanıt yazın