Haber / Yorum / Bildiri

Bangewazî ji bo gelê me!

Ji bo tekoşîna dijî vîrûsa Korona

Leşker divê yekser ji Idlib, ji Rojava, ji Başur û ji Libyayê paşve bête kêşan

Çekkirî û şer bête rawestandin

BERBELAVBÛNA vîrûsa korona geheşte asteke cîhanî. Welat neman ku vîrûs negeheştiyê.Vîrûs ti ferqê di navbeyna welatên dewlemend an kasib, kesên desthilatdar an yên hukum lê tê kirin nake. Canê hemûyan dişewitîne. Lê ewên ku bi zêdehî canê wan dişewite, ewên di rêzên xwarê denin wek, feqîr û hejar, bêkar û pîrên xanenişîn, karker û kedkarên ku karên xwe ber bi wundakirinê de ne. Ewên ciyê xwe di rêzên bilind de girtîne wek, desthilatdar, dewlemend û kapitalîst xwedî mecalin, ew kengî bixwazin dikarin bêne testkirin û derman kirin. Lê feqîr û karger, kasib û kedkar di nav rewşek giran de nin, di sîstema tendurustiyê de ew herî dawiyê têne bîranîn. Desthilatdar wan wek garanê dibînin. Yên dimirin bila bimirin, yên mayîn jî zêrandina li ser wan dê berdewam be. Karger û kedkar ber bi mirinê têne hiştin. Tekoşîna dijî vê neheqiyê, ji tekoşîna dijî sistema kapîtalîst cudatir nîne.

Vîrûsê kapîtalîzma neolîberal a cîhanî exsîr girt. Xeletiya bi seretayî sistema wê ya tenduristiyê, takekskrina xizmetguzariyên giştî (kamû) bê şik ji bo qazancên zêdetir bi şêwek gelek vekirî rayêxiste ber çavan. Bi salane ku Tirkiye jî di nav de ew welatên kapîtalîstên geşepêdayî û ewên ber bi geşepêdanê diçin, qet guh nedane tenduristiya gel, teserûfên gelek mezin di sîstema tenduristiyê de kirine, Nexweşxaneyên giştî hatine ihmalkirin û takekskirin, lê zêdekirina xercên ji bo çekkirn û şer geheştin endazekê ku eqil û hişê mirovan nagire. Îro neçariya tekoşîna dijî vîrûsa Korona encama siyaseta van dewletan e. Li eyaleta Teksas`a Amerika dijî vîrûsa korona aşiyek tê peyda kirin lê ji ber “bê peretiyê” xebat tê sekinandin û ew rewşa bêçaretiya vîrûsê afirandi wekî ronahiya roja li ber çavan e. Ji bo çekan pare hene lê ji bo lêkolînên zanistî nînin. Kît`a testê nîne, aşi nîne, derman nîne. Lê tank pirin, roket pirin, obûs û top pirin, balefirên şer û top pirin. Ew parên ji bo vana têne xerckirin, ew pare ji sistema tendurustiye, ji xizmetguzariyên giştî, ji zanistiyê têne birîn, bac û zemên nû li ser serê gel têne sepandin. Nexweşiya koronayê çavên xelkê vekirin û zanîn ku encamên polîtîkayên neoliberalizmê çine û dê çawa bin. Mirov paş nexweşiya koronayê daxwaza civateke nû û daxwaza dunyayayeke nû dikin.

Li Tirkiyê desthilata otoriter û faşist di tekoşîna dijî korona de kêm maye. Dewletên dewlemend û kapîtalist wek dewletên DYA û YA ji ber xercê çek kirînê, her çend sistema wan ya tenduristiyê tekûz jî nebe dîsan mecalên wan yên aborî hene ku tekoşîna dijî korona de berdewam bin. Bi firotina çek û teqemenî dunya şelandin, bi trîlyonan pere qezençkirin û hindek ji wan peran jî dikarin ji bo tekoşîna dijî korona bidene aliyekê. Pêdawîstiyên hemwelatîyên xwe yên ku naçine kar, di mal de dimînin, dernakevine derve kêm jî be dabîn dikin.

Li Tirkiyê “Umre erkek pîroze nabe paşde bête xistin, dibêje Erdogan ku çi tedbîran jî hilnagire, vê gavê ketiye nav tevliheviyekê. Kasa dewletê virt û vala, senedên banka nawendî hatine xwarin, xilasbûne, 130 milyar lîrên di kasa fonda bêkariyê de firdan, çûn, di cî de nemayne, çi li van perena hatin? Ev perene ketine berûka mutahidên hevalbendên wan; piranî jî ji bo çekkir kirinê, ji bo şerê li Idlibê, li Başur, li Rojava û li Libyayê hatine xerckirin û têne xerckirin. Bac û zemên li ser serê miletî de hatî sepandin ku bi milyonan dolar tê terxankirin, i bo ratiba pîs û çepelên bi nav ÖSO têne xerckirin. Ji bo kirîna S400 û F35 an têne xerckirin. Erdogan desthilatdariya xwe ya faşîzane bi kirîna van çekan û bi vî şerî ve îdame pê dide. Ew tendurustiya gel nafikure ew tenê ketiye xema talankirina van peran e.

Lê gelê me êdî ne amadeye pereyan ji bo çek kirînê, şeran û xwedî kirina pîs û çepelên ÖSO xerc bike. Ev parên ji van dera tê xerckirin divê êdî ji bo tekoşîna dijî korona bêne xerckirin. Wek Ewropa bi kêmasî 14 rojan xelk li malên xwe de bimînin û ratiba wan, bi vî pereyî bête dabîn kirin. Bi lezgînî kîtên testê, dermanên dermankirinê, cîhazên bêhnxweşkirinê bêne peydakirin. Endamên sektora tenduristiyê bi fedekariyeke mezin karên xwe encam didin, divê evene baş bêne parastin, ji bo bihêzkirina binesaziya nexweşxanan perên ji bo çekkir ê têne xerckirin, bête sekinandin. Di nav dest û lepên mede çi hebe ji bo tenduristiya gel bête terxan kirin.

Karger û kedkar, cuwan û jin, humanîst û roşenbîr, hêzên aştîxwaz û demokratîk!

Mirina mirovên me bi koronayê, mirina leşkerên me li Sûriyê, li Êraqê, li Libyayê bi hev re girêdayîye. Divê leşker ji Idlibê, ji Rojava, ji Başur û ji Libyayê paşde bêne kêşan! Çek kirin û şer bi dawî bête anîn!

Perên ji bo şer diçin, bila ji bo tekoşîna dijiî korona bêne xerckirin!

Çavê gelê me li axa kesê nîne. Divê em dijî polîtîkayên Erdogan yên dagîrkerî û ilhaqkirinê derkevîn. Em dengê xwe bilind bikîn. Ev denge dê me ji mirina koronayê rizgar bike, hem jî dê dawiya rejîma Erdogan ya faşîzane bîne!

TKP 1920 www.tkp-online.com

Bir yanıt yazın