Haber / Yorum / Bildiri

Rejîma Erdogan û Bahçeliyê faşist dijî kurdan kûditayek sivîl kirin.

Ji bo şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê kayum hatine destnîşankirin.

Nerazîbûna gelên me ji Sembol heta Wanê berfireh dibe.

  1. Tebax 2019 berê subê, bi biryara wezareta navxwe, hevsorokên şaredariyên  Diyarbekir, Mêrdîn û Wan Adnan Selçuk Mizrakli, Ahmet Tûrk û Bedia Özgökçe Ertan ji karên xwe hatine avêtin, di ciyên wan de jî waliyên van bajaran wek kayum hatine destnîşankirin. 5 meh berî niha31 Adar 2019 ê di hilbijartinên herêmî de ji Diyarbekir %63, Mêrdîn %56 Wanê %54 bi rêjeya dengan ev hevserokene hatine hilbijartin û bêyî sedemek yasayî bête nîşandan, bi hêcetên keyfî ji kar hatine dûrxistin. Eva ne tenê reda demokrasiyê û bingeha wê ya nirxdar hilbijartinane, her we kudîtayek sivîl e dijî îrada azad ya gelan e. Bi seretayî eve kudîtayek siyasîye ku, dijî gelê kurd hatiye pêkanîn û xesp kirina îradeya wan ya azad e. Lê ev kudîtaye dijî hemû gelên me hatiye kirin. Ev diyardeya bi giştî, ji navbirina demokrasiyê ye ku, demokrasiyek gelek bi sinor vê gavê heye. Partiya me ji kar avêtina serokên şaredariyan bi tundî rûreş dike, em bangî hemû hêzên demokratîk, karker û kedkar, ciwanan û jinên gelên Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Boşnak, Arnavut, Musilman, Mesihî dikin ku dijî kudîta Erdogan ya sivîl bitekoşin.

Gelek bi aşkerayî diyare ku biryara Wezareta Navxwe ya Tirkîyê derbarê van her 3 şaredaran de çend pêvoke û bê bingehe. Di biryarê de wek sedem ”delîl hene û hatiye tesbîtkirin ku vana alîkarî dana rêxistina terorê” û her we ji bo ewlehiya darizandina dadî/îdrî li ser wan hatî vekirin ev biryare hatiye girtin. Eve tê wê wateyê ku bi rêyên îdarî û bi zorê afirandina tawanan e. Di derbarê van her 3 hevserokan de, li tu dadgehande tu tawan tu ceza li ser vana nehatîne dayîn. Eger rewşek wehe heba dê Wezareta Navxwe û YSK ê di hilbijartinên 31 Adarê de berendamiyên wan bi cî de red kiriba. Ev serok şaredarana bi gor yasayan hatine hilbijartin û mazbatên wan hatina pejirandin. Ev serok şaredariyên wek kayum hatî destnîşan kirî di demên pêş de gelek karên wan yên bêqanûnî hatîne aşkera kirin, evana şaredarî êxistine bin deynên neqanûnî xerceke bê rêbaz û tawanên bê hejmar kirine. Ji vana ewê ku ciyê Ahmet Tûrk de wek kayum hatî destnîşan kirî waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman di sala 2009 de ku waliyê Dêrsimê bû, li ser karên wî yên bê qanûnî û bê rêbaz 7 meh û 15 rojan bi cezayê zîndanê hatiye mehkûm kirin û ji karên gişti (kamu) hatiye men kirin. Her we ev waliye di dema berî niha ku li Mêrdînê kayum bu, şaredariya Mêrdîne ji 1 milyaran zêdetir TL. xistiye bin deynan. Ji bo wezîr, wekîl û rêvebirên AKP ê û ji butça şaredariyê 1 milyon 436 hezar û 345 TL. Ji bo xwarinê û 164 hezar 550 TL. ji bo qahwe û çerez xerc kirine. AKP bi van kayuman ve dixwaze şaredariyan wek cihûrê ceh ji bo xwe bikarbîne.

Tetikçiyê vê kudîtayê Erdoganê ku, li sarayê de rûniştiye. Erdogan her di seretayî de biryar daye ku, tola hilbijartinên 31 Adarê ku li sertanserê Tirkiyê hatine kirin û tola hezîmeta li ser wî de hatî di 23 Xizîranê li Sembole ji kurdan bistîne. Siyaseta  Erdogan hilbijartin bi wî dane wunda kirin; HDP ê û kurdan li rojhilata Tirkiyê, li Kurdistanê şaredarî ji kayuman standin, li rojavayê Tirkiyê teybeten li bajarên mezin şaredarî ji destên hevpeymana faşîst ya AKP-MHP ê hate derxistin. Ev siyasete di hilbijartinan de bi giramî serket. Diyare ku eger li Tirkiyê li gel kurdan hevahengiyek neyê kirin, di hilbijartinan de serkevtin nabe, rêya eveberiyê venabe, mafên demokratîk û azadane nayêne bi dest xistin. Paş hilbijartinan Erdogan bi kerb û hêrseke mezin ajote ser kurdan. Lecatê çareseriya pirsgirêka kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk, carek din dest bi zor û zordariyê kir. Li Xakurkê operasyona ”pençe” berfireh kir. Ji bo êrişkirina li ser rojhilatê Firatê, Rojava ku, kurdan li gel gelên din statuyek siyasî pêk anîne, li wê derê rêveberiyek demokratik damezrandine, ji bo têk birina vê dest bi tevgerê kir. Leşker cemandine ser sinorê Rojava, gef li PYD, YPG, SDG yê kirin. Di got ew dê 30-40 km. bikeve nav Rojava û dê li wêderê ”herêmek ewle” avadan bike. Eva tê wê wateyê ku şereke vekirî dijî Kurdan destpêdike. Vî şerî dê şerê SDG ê li rojhilata başurê Sûriyê dijî DAIŞ ê qels kiriba. Ev rewşe kêrî karê Emrika û hevpeymanên wê nedihat, şerê wan yê dijî DAIŞ ê dê qels biba. Li ser vê Emrika gote Erdogan raweste. Tu nikarî êrişî kurdan,YPG û SDG ê bikî. YPG û SDG hevpeymanên min yên tekoşîna dijî DAIŞ ê ne. Tu nokarî bikevî Rojava. Li ser wê ketina nav Rojava tê wateya ku şerê dijî Emrikayê. Eva jî ji bejna Erdogan zêdetir bû û pêve nedihat.

Erdoganê ku ji bo wî ayan bû, di şerê Iraq û Sûriyê de li dijî Kurdan çi serkevtin bi dest neanîn, di rojhilatê Firatê, li Rojava nekarî wê rêveberiya demokratik ku Kurdan li gel, gelên din pêk anîne têk bibe, dubare bi şêweke hovtir erişên xwe ber bi Kurdên tirkiyê ve berfireh kir. Serok şaredarên Diyarbekir, Mêrdînû Wanê ji kar dûrxistin, pêngava yekemîn ya vê êrişê ye. Dê berdewamiya vê bêt, êriş bi şêweke hovtir dê li ser hemû hêzên demokratîk yên Tirkiyê bêne araste kirin. Bê guman li rojavayê Tirkiyê jî mijara kayuman dê bête rojevê.

Wekî behsê kudîtayan tê kirin her tim kudîyan eskerî tê hizra mirovan. Li Tirkiyê serdema kudîtayên eskerî hêja nehatiye girtin. Lê li gel Erdogan serdema kudîtayên sivîl destpêkiriye. Kudîtaya pêşîn ya sivîl di paş 15 tîrmehê di 20 Tîrmehê 2016 de bi RA (rewşa awerte) ve destpêkir. Kudîta sivîl ya duwemin niha di 19 Tebax 2019 ji kar dûr xistina serok şaredariyên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê ve hat encam dan. Eva jî nîşana hindê ye ku wek RA Erdogan dê hewlên xwe yên faşîzane berdewam bike.

Mecal heye ku ev hewlên Erdogan yên kudîtagerî bêne rawestandin. Ji bo vê jî pêwîste hemû hêzên demokratîk di hevpeymaniyekê de bi hevra tevbigerin. Bingehê vê hevpeymaniyê cara pêşîn di hilbijartinên 31 Adar û 23 Xizîranê de, dengdêrên CHP, HDP, IYI partî li gel dijberên dijî Erdogan di nav AKP de bi tevgerek hevbeş, hilbijartin bi hevpeymaniya Cumhur ya AKP-MHP dane wunda kirin. Niha Jî divê ev hevpeymane bête berfireh û kûr kirin, êrişên rêveberiya AKP-MHP ê hem li rojahilatê Tirkiyê, li Kurdistanê û hem jî li rojavayê Tirkiyê li metropolan bi çalakiyên hevbeş ve bersiva wan bête dayîn. Her çend êrişên polîsan hartir jî bûne lê her niha da ji Sembolê heta Wanê protestoyan destpêkirîye. Dem dema bêdeng mayinê nîne, dem dema tevgerînê, derketina di qadan û pêkanîna civîna e. Her wekî me berê kirî, bûyer li dûrî me, li rojhilat, li Kurdistanê diqewimîn, ji bo wê bêdeng nemînîn. Di bin kîsvê tekoşîna dijî ”terorê” em çavên xwe bi êrişên li Kurdan re têne kirin negirin. Eva kêrî karê Erdogan têt, ew êrişên li ser Kurdan li Kurdistanê têne encamdan dê bi pilên gelek mezintir ber bi tirkan ve bizivirin. Ji bo wê jî tekoşîna Kurdan ya Tirkane û tekoşîna Tirkan jî ya Kurdan e. ji bo wê jî em hemû bi hevra:

  • Em dijî kayuman derkevîn û wan protesto bikîn
  • Mecalê nedeyne kudîtayên Erdogan yên sivîl
  • Em dijî ketina Erdogan ya nav rojhilatê Firatê û dijî pîlanên dagirkirina rojava derkevîn.
  • Di qadan de, di çalakiyan de hevpeymaniya Tirkan, Kurdan û ya hemû gelên din pêkbînîn, yekitiya karger û ketkaran pêkbînîn, em Tirkiyê bikeyna welatek demokratîk.
  • Em rê nedeyne Erdogan!

19.08.2019 TKP 1920, www.tkp-online.com

Bir yanıt yazın